Rêxistina Efûyê ji bo jinên li peravê hatine revandin banga lêkolînê kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkildarî jinên li perava Sûriyeyê hatine revandin daxwaza lêkolînê kir û bêdengiya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê jî şermezar kir.

Rêxistina Efûyê ji bo jinên li peravê hatine revandin banga lêkolînê kir
28 tîrmeh, 2025   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku der barê revandina jinên li perava Sûriyeyê de lêpirsîneke zelal û cidî bike. Her wiha xwest çarenûsa wan diyar bike.

Amnestyê bi daxuyaniyekê ragihand ku "Li parêzgehên Tartûs, Laziqiyê, Hums û Hemayê ji destpêka Sibata borî ve revandin û windakirina bi zorê ya jinên Elewî hatin belgekirin. Têkildarî van bûyeran tu pêşketinên şênber di lêkolînên fermî de çênebûne."

Amnestyê hûrguliyên revandina 8 jinan belge kirin, bi raporên der barê revandina bi dehan jinan de, di nav de zarokên keçîn ku bi roj hatine revandin, şopandin. Li gorî raporê, ji hin malbatan fidye hatine xwestin. Her wiha hate destnîşankirin ku li gorî hin raporên din îhtîmal hene ku hin jin bi darê zorê hatine zewicandin an jî binpêkirin li dijî wan hatine kirin.

Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê de hate destnîşankirin ku "Malbatên hin mexdûran agahîname radestî polîsan kirine, lê tu bersivên fermî yan agahî wernegirtine. Hin malbat rastî muameleya xirab an giliyan hatin. Malbatekê jî hejmara telefona ku ji bo daxwaza dayîna fîdyeyê bi kar aniye ragihand, lê bê encam bû."

Rêxistinê ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê xwest der barê giliyên malbatan de agahiyên fermî pêşkêş bike, berpirsên van sûcan bigire, ji bo mîsogeriya parastina jinan ji revandin û binpêkirinan, tedbîrên lezgîn bigire.

(bb)