Rewşenbîrên jin: Tundiya qanûnî xetereya herî mezin e

Li Hesekê di panelekê de hiqûqnas, çalakvan û rewşenbîrên jin li hev civiyan û çareserkirina diyardeya tundiyê nîqaş kir. Beşdaran diyar kir ku herî zêde ji aliyê qanûnî ve tundî li jinan dikin û daxwaz kirin ku navendên parastina jinan werin vekirin.

17 mijdar, 2026   15:49
HESEKÊ

Saziya Jina Azad a Sûriyeyê li Parka Xwendinê ya bajarê Hesekê bi dirûşma “Ji bo bidawîanîna tundiya li dijî jinan bibin yek, Jin, Jiyan, Azadî” panelek li dar xist.

Di destpêka panelê de endama Saziya Jina Azad a Sûriyeyê Rîma Mihemed li ser tundiya aborî axivî. Rîma Mihemed anî ziman ku di civakê de hîna destûr nadin gelek jinan ku bixebitin. Jinan ji xwendinê mehrûm dikin û zextê li wan dikin ku li gorî mêran û civakê tev bigerin.

Rîma Mihemed diyar kir ku heke jinan berpirsyariya xwe rakir ew ê bikarin xwe bi rê ve bibin û pêdiviyên xwe pêk bînin. Bi vê rojevê ve girêdayî mînaka gundê Jinwar da û got divê navendên parastinê ji bo jinan werin vekirin. Ji bo rûmeta wan were parastin bixwînin û kar ji wan re were peydakirin.

Di rojeva duyem de bi sernavê "Tundiya Civakî" endama Yekitiya Jinên Suryanî Sewsen Ebdulehid axivî. Sewsen anî ziman ku mafên jinan têne binpêkirin, tundî li wan tê kirin. Di encama hişmendiya mêr de fîzîkî, psîkolojîk û zayendî tundî li jinan tê kirin. Ji aliyê aborî ve jin girêdayî mêr in û qanûnî nayê parastin.

Di rojeva sêyem de parêzer Gulê Beykendî axivî û got: "Li Sûriyeyê û di civaka ereb de tundiya li jinan tê kirin ne tenê di aliyê fîzîkî de ye. Ji qanûn bigire heyanî jiyana rojane tundî li jinan tê kirin. Qanûnên heyî hişkin, ji dema Frensiyan e û li ber guhertinê girtî ye. Tundiya zagonsazî û qanûnî ya herî xeter e. Zeyendperesî li pêş e û di bin navê qanûn de tê kirin û di rêjeya duyemîn de jinan hemwelatî qebûl dikin."

(np)

ANHA