Rewşenbîrên Girkê Legê: Li hember xetereyan divê civak hevgirtî be

Rewşenbîrên ji Girkê Legê ji bo parastina ewlehî û destkeftiyên Rojava banga avakirina civakeke hevgirtî kir.

Rewşenbîrên Girkê Legê: Li hember xetereyan divê civak hevgirtî be
21 adar, 2026   06:17
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID – ROJHAT XELEF

Di demekê de ku li Rojhilata Navîn veguherîn û guhertinên bilez pêk tên, rewşenbîrên li bajarê Girkê Legê bal kişand ser girîngiya hişyarî û hevgirtinê di navbera civakên cuda yên Rojava de.

Nivîskar Biradost Mitanî diyar kir ku Rojhilata Navîn ji ber şer û aloziyên berdewam di serdemeke hestyar re derbas dibe ku ji bo gelê Rojava hewce dike li hember gef û xetereyan hişyar û amade be. Mîtanî bal kişand ser rola rewşenbîran û civakê di bilindkirina hişmendî û rêxistina civakê de û banga piştgiriya hêzên ku herêmê diparêzin, kir.

Mitanî destnîşan kir ku hin alî hewl didin ku di navbera civakên cûda yên Rojava de nakokî pêk bînin da ku civakê qels bikin. Her wiha da zanîn ku li dijî van hewldanan û ji bo parstina destkeftiyan, divê yekîtîya civakan were parastin û hevgirtina civakî were xurtkirin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Girkê Legê Seîd Mela Yûsif diyar kir ku şert û mercên heyî yên li Rojhilata Navîn hişyariyeke mezintir ji civakê hewce dike, bi taybet li hember şerê psîkolojîk û medyayê yê li dijî herêmê tê kirin. Mele Yûsif bang li civakê kir ku nekevin nav gurkirin û zimanê nefretê.

Mela Yûsif di dawiyê de da zanîn ku parastina civakê ne tenê bi seferbereyeke giştî ve girêdayî ye, lê di heman demê de hewcedarî bi civakek hişmend heye ku bikare li hember şerê taybet li ber xwe bide.

(k)

ANHA