‘Agirê Newrozê bi têkoşînê dê geş bibe’

Jinên Kurd got “heyanî gelê Kurd nasnameya xwe biparêze, bi çanda xwe ve girêdayî be û ji bo azadiyê tê bikoşe dê agirê Newrozê geş be” û daxwaz kir ku dîlgirtiyên şer werin berdan.

‘Agirê Newrozê bi têkoşînê dê geş bibe’
‘Agirê Newrozê bi têkoşînê dê geş bibe’
‘Agirê Newrozê bi têkoşînê dê geş bibe’
‘Agirê Newrozê bi têkoşînê dê geş bibe’
‘Agirê Newrozê bi têkoşînê dê geş bibe’
‘Agirê Newrozê bi têkoşînê dê geş bibe’
‘Agirê Newrozê bi têkoşînê dê geş bibe’
‘Agirê Newrozê bi têkoşînê dê geş bibe’
‘Agirê Newrozê bi têkoşînê dê geş bibe’
‘Agirê Newrozê bi têkoşînê dê geş bibe’
‘Agirê Newrozê bi têkoşînê dê geş bibe’
21 adar, 2026   03:06
QAMIŞLO
SILAVA ABDULREHMAN

Ji bajarê Qamişloyê jinên Kurd got Newroz sembola azadî, hezkirin û yekitiyê ye.

Gulistan Yûsiv heyecana xwe ya cejna Newrozê wiha anî ziman:" Cejna Newrozê ji bo gelê Kurd şad û bexteweriya. Destpêka Biharê ye, cejnekî neteweyî ye, nasnameya me ya neteweyî û girêdana me ya bi xweza û azadiyê re îfade dike."

Gulistanê ji bo parastina kevneşopên gelê Kurd wiha got: “Jinên Kurd berpirsyartiya parastina kevneşopiyên civaka Kurd rakiriye. Cejna Newrozê bi hemû neslan didin naskirin û çanda civaka Kurd diparêzin."

Gulistanê diyar kir ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê berê di malan de û veşartî Newroz pîroz dikir û wiha got: “Gelê Kurd berê nikarîbû vekirî cejna Newrozê pîroz bikin. Piştre rewş hat guhertin, bi saya fedakariya şehîdan êdî gel Newrozê azad pîroz dikin. Zarokên Kurd êdî dizanin ku Newroz roja Kurdan e û sembola wan a azadiyê ye. Newroza îsal jî wateya xwe cûda ye. Divê li tevahiya Kurdistanê bi ruhê xurtkirina yekitiya neteweyî were pîroz kirin. Newroz sembola azadî û rûmeta gelê Kurd e. Agirê têkoşîna gelê Kurd e ku tu carî navemirê. Ez hêvî dikim ku hemû dîlgirtiyên şer werin berdan û dilê dayikên wan şad bibe."

‘PEYAMA NEWROZA 2026`AN YEKITIYA NETEWEYÎ YE’

Bedîa Emîn jî nêrîna xwe wiha vegot: “Gelê Kurd her sal li benda cejna Newrozê ne. Newroz ji bo wan tê wateya azadiyê ye. Jinên Kurd jî her tim kevneşopên kurdî diparêzin.”

Bedîa Emîn got gelê Kurd di hemû şert û mercan de cejna Newrozê pîroz dikin û wiha got: “Heyanî gelê Kurd nasnameya xwe biparêze, bi çanda xwe ve girêdayî be û ji bo azadiyê têbikoşe wê agirê Newrozê geş bibe û tucarî venamirê. Her sal bi Newrozê re hestên me yên parastina çanda Kurdî nû dibin. Newroza îsal û hemû Newrozan em girêdana xwe ya bi nasnameya xwe re îfade dikin. Em ê hevgirtin û yekitiya xwe bi ruhê Newrozê xurtir bikin û veguhezin neslên nû.”

ANHA