Çalakvanekî siyasî: Şam mijara dîlgirtiyan wekî fişareke siyasî bi kar tîne

Çalakvan û nivîskar Elî Emîn Siwêd diyar kir ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê mijara dîlgirtî û windayan wek kaxezeke siyasî ya zextê bi kar tîne.

Çalakvanekî siyasî: Şam mijara dîlgirtiyan wekî fişareke siyasî bi kar tîne
21 adar, 2026   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvan û nivîskarê siyasî yê sûriyeyî Elî El Emîn Siwêd li ser benda têkildarî dîlgirtî û windayan a peyama 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî.

 

Elî El Emîn El Siwêd diyar kir ku hikumeta demkî bi zanebûn hemû dilgirtiyên ku QSD'ê wan dixwazin bernade û sedema vê yekê spart "wêne û heybeta hikumetê li ber çavên alîgirên wê".

El Siwêd bi bîr xist ku hikumeta demkî dîlgirtiyan dem bi dem beşên sînordar berdide û wiha domand " Hikumeta demkî ji tirsa bertekên neyînî yên gel û ji hin teşkîleyên leşkerî, eşîr û hêzên ewlekariya giştî ku di şerên dawî de windahî dîtine, hûrgiliyên peymana bi QSD'ê re aşkera nekirine."

Her wiha destnîşan kir ku hikumet wê hemû girtiyan ji ber 2 sedeman di carekê de bernede û ev nirxandin kir "Sedema yekê; eger guhertin di peymanê de çêbibin, hinek girtî wekî zextekê di peymanê de bi kar bîne. Ji ber ku ev yek rayeyên serokê hikumeta demkî sînordar dike. Ya 2'emîn jî ji bo ku xwe wekî aliyê qels ku zû bersivê dide nîşan nede."

Li gorî Elî El Emîn Siwêd, dibe ku ji ber zêdebûna zextên derve girtî hêdî hêdî werin berdan.

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê de, koma 3'emîn a girtiyên QSD'ê ku ji 300 kesan pêk dihat 19'ê Adarê de hatin berdan. Koma 2'emîn jî ku ji 100 kesan pêk dihat 10'ê Adarê hatibû berdan.

 (ac/bb)

ANHA