Rêveberekî hêzên ewlekariyê: Operasyon ji bo çareserkirina pirsgirêk û binpêkirinan e

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulmutelib Receb diyar kir ku operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê piştî zêdebûna pirsgirêk û binpêkirinên li kampê dest pê kiriye. Her wiha anî ziman ku operasyon li beşa "Muhacîrat" dest pê kiriye.

Rêveberekî hêzên ewlekariyê: Operasyon ji bo çareserkirina pirsgirêk û binpêkirinan e
Rêveberekî hêzên ewlekariyê: Operasyon ji bo çareserkirina pirsgirêk û binpêkirinan e
Rêveberekî hêzên ewlekariyê: Operasyon ji bo çareserkirina pirsgirêk û binpêkirinan e
Rêveberekî hêzên ewlekariyê: Operasyon ji bo çareserkirina pirsgirêk û binpêkirinan e
Rêveberekî hêzên ewlekariyê: Operasyon ji bo çareserkirina pirsgirêk û binpêkirinan e
Rêveberekî hêzên ewlekariyê: Operasyon ji bo çareserkirina pirsgirêk û binpêkirinan e
Rêveberekî hêzên ewlekariyê: Operasyon ji bo çareserkirina pirsgirêk û binpêkirinan e
Rêveberekî hêzên ewlekariyê: Operasyon ji bo çareserkirina pirsgirêk û binpêkirinan e
18 nîsan, 2025   13:51
HESEKÊ

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro operasyoneke lêgerînê li kampa Holê da destpêkirin. Der barê operasyonê de ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kampên li kantona Cizîrê Ebdulmutelîb Receb aixvî. 

Ebdulmutelîb Receb diyar kir ku piştî rûxandinaa rejîma Baasê pirsgirêk û binpêkirin li kampa Holê zêdetir bûn, ji ser vê yekê wan îro operasyoneke lêgerîn û paqijkirinê daye destpêkirin.

Receb da zanîn ku jin û zarokên endamên malbatên DAIŞ’ê yên li kampê li ser fikirên tundraw tên perwerdekirin û bi bîr xist ku gelek malbatên li kampê ji ber fikrên tundraw bi tirs in.

Receb her wiha destnîşan kir ku operasyonê li beşa "Muhacîrat " an ku jinên DAIŞ’î yên biyanî dest pê kir.

Der barê dema operasyonê de, rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kampên li kantona Cizîrê Ebdulmutelîb Receb diyar kir ku heya niha dema operasyonê diyar nebûye.

Hejmara niştecihên kampa Holê 35 hezar û 323 e, ji wan 13 hezar û 124 kes penaberên iraqî ne, 15 hezar û 805 koçberên sûriyeyî ne, 6 hezar û 385 jin û zarokên DAIŞ  ne.

(bb)

ANHA