Di êrişa li Yemenê de hejmara kuştiyan derket 58’an

Di êrişa artêşa DYA’yê ya li ser bendereke petrolê ya Yemenê de, hejmara kuştiyan derket 58’an.

Di êrişa li Yemenê de hejmara kuştiyan derket 58’an
18 nîsan, 2025   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona El Mesîre ya girêdayî Hûsiyan ragihand: “Di êrişa dijmin Amerîkayê ya li ser tesîsên Ras Îsa de, hejmara kuştiyan derket 58’an û 126 kes jî birîndar bûne.”

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) li ser X'ê daxuyandibû: "Armanca van êrişan têkbirina çavkaniya hêza aborî ya Hûsiyan e.”