Bi boneya salvegera KJK’ê dar çandin

Endamên Kongra Star bi wesîleya salvegera 20’emîn a damezirandina Komalên Jinên Kurdistan (KJK) 35 şitilên daran çandin.

Bi boneya salvegera KJK’ê dar çandin
Bi boneya salvegera KJK’ê dar çandin
Bi boneya salvegera KJK’ê dar çandin
Bi boneya salvegera KJK’ê dar çandin
18 nîsan, 2025   13:20
QAMIŞLO

Meclisa Kongra Star a Qamişloyê bi dirûşma "Konfederaliya demokratîk a jinan mîsogeriya azadiyê ye" salvegera 20’emîn a damezirandina Komalên Jinên Kurdistan (KJK) pîroz kir. Di çarçoveya pîrozbahiyê de li parka taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê dar hatin çandin.

Hevseroka Meclisa Bajarê Qamişloyê Hêvî Ehmed di çalakiyê de axivî, salvegera KJK’ê pîroz kir û şehîdên têkoşîna azadiyî bi bîr anîn.

Piştre endamên Kongra Star 35 şitilên daran li parkê çandin.

(bb)

ANHA