Rêbazên parastina darên berhemdar

Gelek nexweşî di nava darên berhemdar de belav dibin. Ev nexweş çi ne û rêbazên parastina daran çi ne?

Rêbazên parastina darên berhemdar
Rêbazên parastina darên berhemdar
Rêbazên parastina darên berhemdar
Rêbazên parastina darên berhemdar
Rêbazên parastina darên berhemdar
15 tîrmeh 2024   07:35
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Her sal di vê wextê de berhemên daran geş dibin. Lê dema geşbûna berheman nexweşî di nava daran de belav dibin  ku bandoreke neyinî li mezinbûna wê.

Ji ber avhewaya tê guhertin, nexweşiyên mîna "kansêra zeytûnan" belav dibin. Ev nexweşî, di encama bakterya de belav dibe. Di encamê de şiqinên zeytûnan nexweş dibin û berhemê nadin. Nexweşiya "powdery mildew" an ku "Spîbûna pelên daran" heye ku di nav tirî de belav dibe.

Endazayara çandiniyê Emel El Matorî,  destnîşan kir ku her sal di vî wextî de nexweşî di nava darên berhemdar ên wek, hejîr, hinar, tirî û sêv belav dibin û sedema van nexweşiyan spart ku cotkar, bi qasî tê xwestin daran naparêzin.

Emel, destnîşan kir ku kêmbûna elementan, sedema sereke ya belavbûna nexweşiyan û kêzika afîşê ku zirarê dide pelan û wan gewr dike û wiha domand: "Afîş, êriş çiqilan dike, li dûrê tevneke mîna pambo çêdike ku dihêle kêzik mezin bibin. Her wiha kurmika root borer ku hundirê şiqinan tonelan çêdike û dûre di encamê de şiqin hişk dibin."

Emel der barê nexweşiyên fungal de wiha axivî: "Nexweşiya powdery mildew, zirarê dide pelan. Li ser wê lekeyên spî çêdike ku dûre vediguherin rengê zer piştre qehweyî. Nexweşiya kufik (blight) jî heye."

KÊMBÛNA XÛRDAYÊN DARAN

Emel da zanîn ku 2 cureyên kêmbûna elementên daran heye, ya yekê ji ber kêmbûna fosforê, potasyomê, nîtrojînê rêwik hişk dibe, pelên wê zer dibin û mezinbûna darê kêm dibe. Her wiha fêkî jî dereng digihêjin û çiqil diweşin.

Li gorî Emel cureya duyemîn jî, ji ber kêmbûna hesin pel zer dibin û diweşin, ji ber kêmbûna kalsyomê jî gul napişikivin.

Emel bang li cotaran kir ku li gorî perspektîfên pisporan bi nexweşiyên di nava daran de belav dibin mijul bibin û dermanên pêwîst bi kar bînin ji bo ku nexweşî zêde belav nebe û hejmara kêzikên bi zirar pir nebe.

Li gorî Emel, rêya yekane parastin e ku divê cotkar di wexta wê de dermanên li dijî kêzikan bireşînin, elementan bidin daran.

(şx)

ANHA