Beşdarên projeya jinûve avakirina Pira Reqayê hatin xelatkirin

Endazyarên projeya jinûve avakirina Pira Nû ya Reqayê (Reşîd), ji aliyê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk ve hatin xelatkirin.

Beşdarên projeya jinûve avakirina Pira Reqayê hatin xelatkirin
Beşdarên projeya jinûve avakirina Pira Reqayê hatin xelatkirin
Beşdarên projeya jinûve avakirina Pira Reqayê hatin xelatkirin
Beşdarên projeya jinûve avakirina Pira Reqayê hatin xelatkirin
Beşdarên projeya jinûve avakirina Pira Reqayê hatin xelatkirin
Beşdarên projeya jinûve avakirina Pira Reqayê hatin xelatkirin
Beşdarên projeya jinûve avakirina Pira Reqayê hatin xelatkirin
15 tîrmeh 2024   15:48
REQA

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê endazyarên projeya jinûve avakirina Pira Nû ya Reqayê (Reşîd) xelat kirin. Merasîmê dayîna xeletan li avahiya konfederaliyê ya li bajarê Reqayê bi amadebûna endamên konfederaliyê, hevserokên TEV-DEM’ê û endamên Yekitiya Endazyaran hat lidarxistin.

Hevserokên Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sewsen Xelef û Cîhad Hesen bi xêrhatina beşdaran kirin û spasiya kesên ku di avakirina Pira Nû ya Reqayê de cih girtine, kirin.

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso destnîşan kir ku jinûve avakirina Pira Nû ya Reqayê yek ji destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye û got, Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa gel,  şoreşa jin, şoreşa endazyaran û şoreşa tevahî beşên civakê ye.

Piştre 10 endazyarên ku çavdêriya li projeya jinûve avakirina Pira Nû ya Reqayê dikirin, hatin xelatkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 6’ê Hezîrana îsal (roja salvegera ragihandina pêngava rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê) Pira Nû ya Reqayê xist xizmetê.

(bb)

ANHA