Esed ji bo hevdîtina bi Erdogan re şert danîn
Beşar Esed diyar kir ku welatê wî bi her însiyatîfeke ji bo başkirina têkiliyan bi Tirkiyeyê re bi awayekî erênî dan û standinê dike û got armanca Receb Tayyîp Erdogan a hevdîtinê nebihîst.

Beşar Esed dema dengê xwe di hilbijartinên îro yên ˊMeclisa Nûneranˊ de daye dubare şertên hevdîtina bi serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Receb Tayyîp Erdogan re danûn ku divê ew hevdîtin avaker be û bi armanca çareserkirina dozên girêk ên di navbera her du welatan de be.
Esed destnîşan kir ku çi hevdîtin pêk werin, divê encamên wan berbiçav bin û got şertên bingehîn ên vegerandina têkiliyan ew in ku dewleta Tirk piştgiriya xwe ji terorê re bi dawî bike û ji xaka Sûriyeyê vekişe.
Esed anî ziman ku pirsgirêk ne di hevdîtinê de ye, lê di naveroka hevdîtin û armancên wê de ye.
(mg/fr)