Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê konferansa xwe ya 6ˊemîn li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê konferansa xwe ya 6ˊemîn bi gelek pêşniyaran û hilbijartina hevserokên nû yên meclisê bi dawî kir.

14 tîrmeh 2024   22:00
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê bi diruşma ˊBi pêşengtiya malbatên şehîdan ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û parastina destkeftiyên şoreşê, em ê asta têkoşînê bilind bikinˊ konferansa xwe ya 6ˊemîn li hola Serdem a Hesekê li dar xist.

Di konferansê de zêdetirî 600 delegeyên ji bajar û bajarokên kantona Cizîrê amade bûn. Li kêlek wê jî hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, endamê Desteya Hevserokatiya PYDˊê Aldar Xelîl, endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Luqman Xelîl, nûnerên ji YPJˊê, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Mala Gaziyên Şer, partiyên siyasî, rêxistin jinan û rûspiyên eşîran beşdar bûn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Hêvî Sîd bixêrhatina beşdaran kir, lidarxistina konferansê pîroz kir û Şehîdên 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn.

Hêvî wiha domand: "Divê em pêkhateyên herêmê li hember komployan bibin yek û nehêlin tu kes êrişî xaka me bike û zirarê bide destkeftiyên me. Em gotina şehîd Mazlûm Dogan ku gotiye ˊBerxwedan Jiyan eˊ bikin bingeha pêşeroj û têkoşîna xwe."

Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Mahsûm Hesen perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwendin û piştre sînevîzyonek li ser Berxwedana 14ˊê Tîrmehê hat pêşkêşkirin.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDˊê Aldar Xelîl lidarxistina konferansê li malbatên şehîdan pîroz kir û hêvî kir ku ev konferans bibe destpêka têkoşîna nû ya Şoreşa 19ˊê Tîrmehê."

Paşê endamê Fermandariya Giştî ya QSDˊê Luqman Xelîl lidarxistina konferansê pîroz kir û got: "Beşdariya me di vê konferansê de ji bo me tiştekî pir mezin e. Em di qonaxeke hestiyar de ye. Çavên tevan li destkeftî û xaka me ne. Hin zextên mezin li ser herêmê hene û hewl didin li dijî herêmên me lihevkirina îmze bikin. Divê em armancên hêzên dijber baş bizanin."

Dûre Meclisa Malbatên Şehîdan Mala Gaziyên Şer li ser fedakariyên wan xelat kirin.

Dûre rapora 2 salan a meclisê hat xwendin.

Di konferansê de hevserokên nû hatin hilbijartin. Ew jî Mahsûm Hesen ji bajarê Qamişloyê ye û birayê şehîd Munîr Hesen û şehîd Rojîn Hesen e. Hevseroka meclisê jî koçbera Serêkaniyê ye, navê wê Armanc Ehmed e, xwişka şehîd Ziyor Ehmed e.

Konferans bi van encamnameyan bi dawî bû:

Asta têkoşînê ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan werin bilindkirin, çalakî werin zêdekirin, dewreyên fikrî ji tevahî malbatên şehîdan re werin vekirin, dibistan ji zarokên şehîdan re werin vekirin, tevahî kesên di meclisê de ne di dewreyên vekirî û girtî re derbas bin, malbatên şehîdan pêşengê civakê di şerê gel ê şoreşgerî de ne.

(fr)

ANHA