Bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê çalakiya werzîşê

Li Dirbêsiyê bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêşbirka bisîkletan hat lidarxistin.

Bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê çalakiya werzîşê
Bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê çalakiya werzîşê
Bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê çalakiya werzîşê
Bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê çalakiya werzîşê
Bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê çalakiya werzîşê
Bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê çalakiya werzîşê
Bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê çalakiya werzîşê
15 tîrmeh 2024   14:26
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan şaxê Dirbêsiyê bi boneya nêzîkbûna salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêşbirka bisîkletan li dar xist.

Pêşbirk li gundê Berkevirê bi beşdariya 8 jinên ciwan pêk hat. Beriya pêşbirk dest pê bike, rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Soryaz Semo axivî. Sozdar di axaftina xwe de bal kişand ser rola jinên ciwan di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de û banga xurtkirina têkoşîna avakirina civaka azad kir.

Di pêşbirkê de Agirîn Ebas di asta yekemîn de, Hindirîn Keleş di asta duyemîn û Arsûz Xelef di asta sêyemîn de bi ser ketin. Jinên serkeftî ji aliyê komîteya çalakiyê ve hatin xelatkirin.

(bb)

ANHA