Şehîdê Hêzên Cebhet El Ekrad li Şehbayê hat oxirkirin
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê cenazeyê şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad şehîd Ebdullah El Ehmed spart axê.
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, Kongra Star û partiyên siyasî beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad şehîd Ebdullah El Ehmed bûn. Şehîd Ebdullah El Ehmed li goristana şehîdan a Fafînê yê herêma Şehba hat veşartin.
Şervan Ebdullah El Ehmed di 11ˊê Tîrmehê de li Minbicê şehîd bû.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba Mihemed Wilo axivî û di şexsê şehîd Ebdullah El Ehmed de tevahî şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn û got: "Em fêr bûne serê xwe rakin û serbilind bin. Ew yek bi saya fedakariyên şehîdan e."
Her wiha endama Meclisa rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) Elham Mihemed axivî û got: "Şehîd sond xwar û pêk anî û tev li karwana şehîdan bû. Rojane di oxira parastina vê xakê û gel de em şehîdan oxir dikin. Ev yek jî ji bo parastina deskeftiyên gelê Kurd e."
Dûre li ser navê malbata şehîd, pismamê şehîd Ebdullah El Ehmed, Şêx Elî axivî û sersaxî da tevahî gelan û got ew ê şopdarê rêça şehîdan bin.
Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
(zş/fr)
ANHA