Gerîlayê HPG’ê Taner Ogmen hate oxirkirin

Gerîlayê HPG’ê Taner Ogmen (Herekol Şiyar) ku li Kerboranê şehîd bû, di bin dorpêça polîsan de li Geverê bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin.

Gerîlayê HPG’ê Taner Ogmen hate oxirkirin
15 tîrmeh 2024   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayê HPG’ê Taner Ogmen (Herekol Şiyar) roja berî li navçeya Kerboran a Mêrdînê şehîd bû. Cenazeyê Ogmen piştî hate teşhîskirin, birin warê wî navçeya Gever a Colemêrgê ya bakurê kurdstanê. Cenazeyê ku ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hatî wergirtin, duh di saetên şevê de gihişt Geverê.

Polîsan destûr neda ku cenazeyê Taner Ogmen li mizgeftê bê şuştin. Lê piştre malbatê bi derfetên xwe cenaze şuşt. Cenaze li goristana Bajêrge ya li taxa Akalin hate veşartin.