Îsraîlê êriş kir: Bera El Qatircî hat kuştin

Di êrişa Îsraîlê li dijî erebeyekê li ser rêya Şam-Beyrûtê de Bera El Qatircî yê ji Beşar Esed ve nêz e hat kuştin.

Îsraîlê êriş kir: Bera El Qatircî hat kuştin
15 tîrmeh 2024   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ŞAM FM ê bi ser hikumeta Şamê ve piştî danê nîvro Îsraîlê li ser rêya Şam –Beyrûtê de li destpêka rêya Sebora erebeyeke bombebaran kir, di encamê de erebe bi temamî şewitî û kesên di hundirê erebeyê de hatin kuştin û birîndar bûn.

Li aliyekî din jî çavkaniyên Rojnameya El Weten a bi ser hikumeta Şamê ve diayr kir ku karsaz Bera El Qatircî di nava kuştiyên erebeya hatiye hedefgirtin de bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî diyar kir ku El Qatircî karsazê nêzî Beşar Esed û berpisê fînansekirina ˊMuqaweme Sûriyeyê ya Tehrîra Colanêˊ ye û di nava lîsteya cezayên Amerîkayê de ye.

(fr)