Dagirker Minbicê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên kantona Minbicê bi çekên giran topbaran dikin.

Dagirker Minbicê topbaran dikin
15 tîrmeh 2024   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi guleyên hawin û obîsan gundên Ewn Dadat û Cerad ên li bakurê kantona Minbicê topbaran dikin.

Li gorî navendê heta niha 28 top li her du gundan ketine.

Girêdayî heman mijarê, navendê diyar kir ku di encama topbaranê de nuqteyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li rojavayê gundê Ewn Dadat bi temamî hatiye wêrankirin.

(fr)