’Efrîn ji dagirekran re namîne’

Koçberên ji Efrînê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê siyaseta asîmlekirinê li bajarê wan ê dagirkirî dimşînin û gotin: "Efrîn ji dagirekr û çeteyan re namîne."

’Efrîn ji dagirekran re namîne’
15 tîrmeh 2024   03:06
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Jinên efrînî yên ku ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê koçî taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kirine bal kişand ser sûcên revandin, qetilkirin, destdirêjî, guhertina demografî û qirkirina xwezayê ku dagirker û çete li Efrînê dikin û gotin, ev sûc di çarçoveya asîmîlekirina Efrînê de tên kirin. Jinan diyar kir ku Efrîn dê were rizgarkirin û dê li warê xwe vegerin.

Jina bi navê Gulistan Mihemed got: "Teqez em ê Efrînê rizgar bikin û li warên xwe vegerin. Sûcên dagirkeran, li dijî mirovahiyê ne û pê dixwazin nasnameya herêmên me biguherin."

Cewahir Mihemed jî destnîşan kir ku Efrîn asîmle nabe û wiha domand: "Em Efrînê ji mêtinger û dagirkeran re nahêlin . Bi awayekî hovane êriş xelkê wê û xwezaya bajarê me dikin. Welatiyan dikujin, talan dikin û direvînin. Dixwazin demografiya bajêr biguherin."

Cewahir got darên zeytûnê jî wê ji dagirkeran nemînin, dagirker çi dike bila bike lê belê heq bi zorê tê standin û dê li xwediyên wê vegere.

Cewahir ev li gotinên xwe zêde kir: "Em ê di demeke nêz de Efrînê rizgar bikin. Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) hêzên me û em bi dil û can bi wan re ne. Em ê bi hev re warê xwe vegerînin."

Emîne Tahir jî îşaret bi hewldanên dewleta Tirk ên guhertina demografiya herêmê kir û got: "Em sûcên li bajarê me Efrîn tê kirin red dikin. Bila dewleta Tirk a dagirker bizane ku mayîna wê di Efrînê de xeyal e û dirêj nake. Dema qewitandina wî ji Efrînê nêz bûye. Efrîn kurdî ye, her çiqasî dagirker hewl bide vê rastiyê înkar bike yan jî biçewsîne."

Emîne destnîşan kir ku Efrîn dê bi destê hêzên wê rizgar bibe.

(şx)

ANHA