Rêya Reqa-Dêrazorê tê qîrkirin
Yekitiya Şaredariyan dest bi qîrkirina rêya Reqa-Dêrazorê kir. Qîrkirina rêya Reqa-Mensûra û rêya Reqa-Hezîmeyê jî dewam dike.
Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi qîrkirina rêya Reqa-Dêrazorê kir. Dirêjahiya rê 8 kîlometre ye û firehiya wê 8 metre ye.
Xebatên sererastkirin û qîrkirina rêya Reqa-Mensûrayê jî ku dirêjahiya wê 50 kîlometre ye, dewam dikin.
Her wiha sererastkirin û qîrkirina rêya Reqa-Hezîmeyê ku dirêjahiya wê 20 kîlometre ye û firehiya wê 8 metre ye, dewam dike.
(bb)
ANHA