ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-07-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-07-2024
16 tîrmeh 2024   02:00

Mesûc Mihemed ê ku bi Rêber Abdulla Ocelan re civiyabû diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand dibistana fikir û felsefeya navneteweyî û got: "Şoreşa 19ˊê Tîrmehê encama fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e."

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê got, bi perwerde û xwendina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dê feraseta baviksalar têk bibin.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Wasiq El Cebirî diyar kir ku dewleta Tirk serdestî û destûra Iraqê û peymanên bi Iraqê re îmze kirine, binpê dike û got divê zextên aborî û dîplomatîk li dewleta Tirk werin kirin.

7 taxên bajarê Hesekê rojane ji 4 heta 5 saetan sûdê ji ava çemê Firatê digirin. Xebatên gihandina avê ji bo 3 taxên din jî dewam dikin.

PDK, Mistefa Barzanî, Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî, avadaniyeke rêxistinî ne ku nifş bi nifş dewam dike. Barzaniyan sîstemeke îdarî ya xanedanî ava kiriye û ji bo berjewendiyên xwe mohra xwe danîn binê hemû çalakiyên operasyonel ên li dijî Kurdan. Rêveberiya Barzaniyan îro jî mîna berê, vê yekê didomîne.

Xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyê şehîd Zuhêr Ferec (Ubêd ) li goristana şehîdan oxir dike, saet 11:00ˊan, li Hesekê xelkê bajêr cenazeyê şervanên QSDˊê şehîd Îmad Bedir li Goristana Şehîd Dijwar oxir dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Demokratîk bi hevkariya Meclisa bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi boneya salvegera Şoreşa 19ˊê Tîrmehê li parka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr şahiyekê li dar dixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)