Gundên Minbicê careke din hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din gundên kantona Minbicê topbaran dikin.

Gundên Minbicê careke din hatin topbarankirin
15 tîrmeh 2024   14:45
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  careke din gundên Um Cilûd û Ereb Hesen ên bajarê Minbicê topbaran kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê êrişê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heta niha nêzî 22 guleyên hawnan li gundê Um Cilûd ketin û 10 guleyên hawn û obîsan li gundê Ereb Hesen ketine. Hate ragihadin ku toparana li ser her du gundan dewam dike.

 Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyeke din ku vê sibehê da bû ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet 03.00’ê yê barbanga îro 6 gund topbaran kirin. Li gorî daxuyaniyê gundê Toxar û Derec ên bakur û rojhilatê Minbicê bi 26 guleyên hawn û obîsan, gundên Ereb Hesen, Cerad û Um Cilûd bi nêzî 20 guleyên hawn û obîsan û 5 bombeyên ronahiyê û gundê Ewn Dadat ê bakurê kantonê hatin topbarankirin.

(bb)

ANHA