Rêveberiya Xweser dest bi dayîna fatureyên genim kir
Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Navendî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dest bi dayîna fatureyên genim ên cotkaran kir.
Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Navendî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku dê îro (Şemiyê) dest bi dayîna fatureyên genim ên cotkaran bike.
Îro li her 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Reqa, Tebqa, Cizîr, Firat, Minbic, Dêrazor û Efrîn-Şehbayê) 8 navendên dayîna fatureyan hatin vekirin. Ji saetên sibehê ve cotkar berî didin navendan da fatureyên xwe werbigirin.
Cotkar belgeyên xwe yên kesayetî û yên der barê miqdara radestkirina genim de pêşkêşî navendên dayîna fatureyan dikin, piştre fatureyên xwe werdigirin.
Fatureyên cotkaran bi dolaran tê dayîn û yê ji sed dolarî kêmtir bi lîreyên sûriyeyî tên dayîn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirîna kîloya genim bi 31 sentî diyar kiribû.
(şx)
ANHA