Piştî koçberbûna ji Efrînê karê xwe yê salan li Fafînê didomîne

Îdrîs Hecî  ji 35  salan ve li Efrînê saet temîr kirin, lê piştî ku bi darê zorê ji Efrînê hate derxistin neçar ma mehekê karê xwe bisekinîne. Hecî niha jî li Fafînê li ser basteyekê karê xwe didomîne.

Piştî koçberbûna ji Efrînê karê xwe yê salan li Fafînê didomîne
Piştî koçberbûna ji Efrînê karê xwe yê salan li Fafînê didomîne
Piştî koçberbûna ji Efrînê karê xwe yê salan li Fafînê didomîne
Piştî koçberbûna ji Efrînê karê xwe yê salan li Fafînê didomîne
Piştî koçberbûna ji Efrînê karê xwe yê salan li Fafînê didomîne
Piştî koçberbûna ji Efrînê karê xwe yê salan li Fafînê didomîne
Piştî koçberbûna ji Efrînê karê xwe yê salan li Fafînê didomîne
Piştî koçberbûna ji Efrînê karê xwe yê salan li Fafînê didomîne
15 tîrmeh 2024   05:17
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Îdrîs Hecî (56) ji gundê Şêxorzê yê bajarokê Bilbilê yê Efrînê ye. Ji sala 1989'an ve saetan temîr dike.  

Hecî dema ku refa 6'an diqedîne, ji bo ku alîkariya bavê xwe bike û xwe fêrî kar bike, dibistanê berdide û diçe gel bavê xwe li dikanê fêrî sererastkirina saet, radyo û televîzyonan   dibe.

Li Efrînê jî dikaneke wan hebû. Di sala 2018'an de Îdrîs Hecî jî neçar dimîne ji Efrînê koçber bibe û berê xwe dide Şehbayê, li bajarokê Ehdasê bi cih dibe. Îdrîs Hecî mehekê piştî koçberbûnê bastayeke biçûk li pêş dikanekê datîne û karê xwe didomîne.

Ev 7 sal e li sûka bajarokê Fafînê karê xwe didomîne.

Îdrîs Hecî dibêje karê wî ji bo wî pîroz e, ji ber ku ji bavê xwe fêr bûye û hîna zarokên xwe jî dike.

Îdrîs Hecî dibêje: "Bila ez vegerim Efrînê, ez ê dîsa basteya xwe li wir deynim. Hêviya min ev e ku em vegerin cih û warê xwe. Dema van saetan çêdikim dizanim ku çi qas dem derbas bûye û li benda vegerê me."

ANHA