Koordînasyona Jinan civîna nîvê salê li dar xist

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya nîvê salê bi gelek encamnameyan li dar xist.

Koordînasyona Jinan civîna nîvê salê li dar xist
Koordînasyona Jinan civîna nîvê salê li dar xist
Koordînasyona Jinan civîna nîvê salê li dar xist
Koordînasyona Jinan civîna nîvê salê li dar xist
Koordînasyona Jinan civîna nîvê salê li dar xist
Koordînasyona Jinan civîna nîvê salê li dar xist
Koordînasyona Jinan civîna nîvê salê li dar xist
Koordînasyona Jinan civîna nîvê salê li dar xist
Koordînasyona Jinan civîna nîvê salê li dar xist
Koordînasyona Jinan civîna nîvê salê li dar xist
Koordînasyona Jinan civîna nîvê salê li dar xist
15 tîrmeh 2024   21:23
REQA

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya nîvê salê bi beşdariya serokên desteyan ên Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd, Seroka Desteya Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer, endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya hat lidarxistin.

Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed rewşa siyasî şîrove kir û got: "Bi rastî dema ku em dest bi rewşa siyasî dikin, nemaze ji ber ku çarçoweya kar û avakirina pergala globalî ya giştî ku di yek cemserê de dihat birêvebirin û hewlên welatên erebî gelek lawaz in. Tevî aloziyên berdewam, qadên li Rojhilata Navîn veguherîn şer. Xeza yek ji qada wê şerî ye. Ev qonax dirêj û berdewam e. Tu nîşaneyên bidawîkirina van aloziyan jî tune ne."

Îlham wiha domand: "Pêdiviya nirxandina rewşa siyasî bi realîstê heye û tu çareseriyeke nêz ji bo dosyaya Sûriyeyê tune ye û divê ji bo başkirina rewşa siyasî  tawîz bên dayîn. Tiştê niha dibe daxuyanî ne û li ser erdê tiştek pêk nayê."

Îlham behsa hewldanên Erdogan ên nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re kir.

Piştre serokên desteyan ên komîteyên jinan ên 7 kantonan rapor xwendin, rewş û astengiyên li hember her komîteyekê, rexne û rexnedayîn hatin kirin û şîrovekirin.

Dûre rewşa jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa rêxistinî hatin nîqaşkirin. Paşê civîn li pêş dezgehên çapemeniyê girtî dewam kir.

Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû. Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer encamname xwendin û wiha ne:

Bi armanca yekkirina nêrîn, kedên jinan û beşdarbûna wan di tevahî biryarên Rêveberiya Xweser de divê têkilî bi jinan re bê danîn û xwe bigihînin tevahî jinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Atolya ji bo xurtkirina siyasî, rêveberî û aborî ya jinan bên lidarxistin.

Panel û semînerên fikrî ji bo xurtkirin û piştgiriya rola jinan di biryardayînê û cihên rêveberiyê de bên lidarxistin.

Bihêzkirin û aktîvkirina rola jinên hevserok di pêkanîna kar û erkên kar û taybetmendiya her desteyek an nivîsgehekê de, bi taybetî di dema dayîna biryar an biryarnameyên têkildarî rewşa aborî û civakî ya civakê de.

Xebitîna li ser têkoşîna diyardeya hişbirê di nava ciwanan û civakê de.

Avakirina komîteyên taybet bi amadekirina serjimarî û lêkolînên girêdayî tundiya li dijî jinan û diyardeyên civakî yên neyênî (koçberî, fihûş, zewaca temena biçûk, kuştin û bazirganiya bi jinan), pêşniyarkirina çareserî û tedbîrên qanûnî yên guncaw ji bo sînordarkirina van diyardeyan û çareserkirina bandorên wan.

Temamkirina rêzeçalakiyên hemleya belavkirin û pêkanîna qanûna malbatê di nava tevahî kantonan de.

Sekna li dijî tevahî şêweyên şerê taybet û pêwîstiya parastina destkeftiyên şoreşa jinan, bi rêya têkbirina komployan, gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker.

Xurtkirina rola têkiliyên dîplomasî ya jinan bi rêya vekirina korîdoran bi tevahî rêxistin û komeleyên jinan li ser asta xwecihî, herêmî û navneteweyî.

Xebitîna li ser bihêzkirin û geşkirina rola jinên ciwan di tevahî aliyan de ku ew hêza pêşeng a civakê ne.

Vekirina dewreyên perwerdê yên meslekî yên girtî û vekirî ji tevahî endaman re ku tê de kesayetên rêveberiyê were xurtkirin û kadroyên jin werin amadekirin.

Piştgirî û pêxistina navendên perwerdekirin, parastina jinan û xebitîna li ser vekirina navendan li kantonan.

Lidarxistina atolyayan ji bo pêşxistin û piştgiriya mekanîzmayên xebata nivîsgehên zarokan û nîqaşkirina diyardeyên tundî, şixulandin û parsekiyê.

(fr)

ANHA