Bi sedan kesî berxwedana gerîla silav kir

Xelkê Til Temir û Zirganê bi meşekê berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk silav kir û tevkariya PDK’ê şermezar kir.

15 tîrmeh 2024   12:37
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarên Til Temir û Zirganê yên girêdayî kantona Cizîrê bi meşekê piştgirî da berxwedana gerîla ya li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê. Şêniyan tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û bêdengiya Hikumeta Federal a Iraqê jî şermezar kirin.

Şênî ji ber avahiya Dadgeha Gel a li ser rêya giştî ya di navbera Til Temir û Serêkaniyê de ber bi Çerxerêya Şehîd Qendîl a li rojavayê Til Temirê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî gerîla", "Em hemû gerîla ne", "Bimire xiyanet" û "Na ji xiyaneta malbata Barzanî re" hatin berzkirin.

Meşvan li Çerxerêya Şehîd Qendîl sekinîn. Li wir cîgirê hevserokatiya Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozo axivî û got: “Em ji nêzîkatiyên PDK’ê ku destekê dide dagirkeriya dewleta Tirk û zarokên me yên berxwedêr digire, şermezar dikin. Em bi aşkerayî dibêjin tevahî peyman û bazarên di navbera dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê de, wê nekarin îradeya gelê me û hêza gerîlayên me têk bibin. Em li vir in da ku piştgiriya xwe bi gerîlayên azadiyê re nîşan bidin. Em dibêjin dê gerîlayên me bimînin, tu kes nikare wan têk bibe."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê, bi dawî bû.

(bb)

ANHA