Li Til Hemîsê têkildarî tecrîdê panelek hat lidarxistin

Rêxistina PYDˊê ya bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û rêbazên pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî panelek organîze kir.

Li Til Hemîsê têkildarî tecrîdê panelek hat lidarxistin
15 tîrmeh 2024   16:46
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Til Hemîsê ya kantona Cizîrê panelek li dar xist.

Hevserokê rêxistina PYDˊê ya Til Hemîsê Mihemed El Kemaş bixêrhatina beşdarna kir û rewşa siyasî, lihevkirinên navneteweyî li asta herêmî û hewldanên nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de nîqaş kirin.

El Kemaş wiha got: "Armanca nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de projeya neteweya demokratîk a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were têkbirin."

Dûre beşdaran li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li dijî wî ya di girtîgeha Îmraliyê de nîqaş kir.

Endamê rêveber ê Komeleya Perwerdê ya Til Hemîsê Ebduselam El Xenam li ser sedemên komploya navneteweyî axivî û diyar kir ku ev komplo ji bo razîkirina dewleta Tirk a dagirker li ser hesabê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bû.

Her wiha endama rêveber a Komîteya Jinan a Komeleya Perwerdê ya Til Hemîsê Kefa El Hisên li ser fikra ji girtîgeha Îmraliyê derketiye û got: "Jinana xwe spart fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên ji girtîgeha Îmraliyê derketiye û karî xwe di tevahî aliyan de îsbat bike, xwe ji koletî û baviksalariyê hegemon rizgar bike."

Hevserokê Meclisa gundê Til Ehmed Mihemed El Doşo li ser bandorên fikrên Rêber Abdullah Ocalan axivî û got: "Hikumet û rejîma global li dijî fikrên Rêber Abdullah Ocalan sekinîn. Ji ber ku Rêbertî şerê siyaset û hegemoniya wan li ser gelên bindest dikir. Lê planên wan bi bin ketin. Ji ber ku Rêbertî bi fîzîkî ragirtiye, lê bi fikir azad e. Ji lew re divê em têoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî dewam bikin."

Li ser navê êlên Tey El Erebiye şêx Hesen Ferhan El Taîy axivî û got: "Peyama Rêber Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîran re bi armanca hevgirtina wan bi projeya neteweya demokratîk re û nekevin xefta fitneyan."

Panel bi teqeziya li ser zêdekirina çalakî, panel û meşên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)