Xelkê Siwêdayê nehişt sendoqên hilbijartinan werin danîn
Şêniyên Siwêdayê qebûl nekirin ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên hikumeta Şamê sendoq li bajêr bên danîn.
![Xelkê Siwêdayê nehişt sendoqên hilbijartinan werin danîn](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_6693c2aac6d9f.jpg)
Sibe wê li herêmên hikumeta Şamê hilbijartinên parlamanto (Meclisa Gel) çêbibin. Xelê Siwêdayê red kirin û rê nadin sendoq bên danîn.
Di dîmenekê ku ji bajarê Siwêdayê hatiye kişandin û di medyayên dîjîtal de belav bûye de, şêniyên Siwêdayê nahêle sendoqên dengdanê bên danîn.
Di dîmenekê din ku ji bajarokê Mezra yê rojavayê bajarê Siwêdayê hatiye kişandin de, xelkê bajarokê sendoqên hilbijartinan desteser kirine û li cihê çopê datînin.
Şêniyên bajarokê Merdek ê bakurê Siweydayê jî li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn û rê nadin ku sendoq derbasî avahiya şaredariyê bên kirin.
(şx)