Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Dêrikê hatin bibîranîn
Bi sedan xelkê bajarê Dêrikê berxwedêrên 14ˊê Tîrmehê bi civînekê bi bîr anîn.
Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), ji bo bîranîna Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê li Dêrikê civînek li dar xist.
Endamê rêxistina PYD’ê ya Dêrikê Mutî Elî der barê Berxwedana 14’ê Tîrmehê de axivî û got: “Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo têkoşîna gelê Kurd a pêkanîna rûmet û demokrasiyê de bû çirûska azadiyê."
Di dawiyê de diruşmên silavkirina şehîdan hatin berzkirin.
(mg/fr)