Ji YRKˊê têkildarî êrişên dagirkirinê û tevkariya PDKˊê daxuyanî

YRK’ê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Pêncwênê daxuyaniyek da û got: “Divê bê zanîn ku ev tevger û êriş ne asayî ne, di asteke bilindtir de ne û bi hevkarî û piştgiriya PDK’ê û bi armanca jinavbirina destkeftiyên gelê Kurd têne kirin.”

Ji YRKˊê têkildarî êrişên dagirkirinê û tevkariya PDKˊê daxuyanî
15 tîrmeh 2024   22:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) der barê êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker yên li ser herêma Pêncwênê daxuyaniyek da. YRK’ê diyar kir ku armanca van êrîşan dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:

 Demeke dirêj e, li gel şerê ku li gelek herêmên Kurdistanê dimeşe, tevgera çavdêrî û bombebarana dronên Tirkiyeyê li herêma me zêde bûye. Li gel şerê dijwar ê ku li herêma Behdînanê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dimeşe, herêmên me jî dibin armanca êrîşên hewayî yên curbicur. Rojane gelek balafirên çavdêriyê li herêmên me difirin û demeke dirêj e ev tevgerên çavdêriyê li gel êrîşên hewayî berdewam in. Dijmin bi awayekî hovane jîngeh û rez û bostanên gundên herêmê dike armanc û zerareke mezin dide berhem û jiyana gelê me.

Di vê çarçoveyê de roja 3’ê Tîrmeha 2024’an, artêşa Tirk bi balafirên şer gundên Pêncwênê bombebaran kirin. Her wiha roja yekşemê, 14’ê Tîrmeha 2024’an, piştî çavdêriyeke çend rojî, bi rêya gelek dron û balafirên şer di saet 18:12an de sê caran herêmên nêzîkî gundê Nizarê yê ser bi Pêncwênê li herêma Kurdistanê hatin bombebarankirin.

Bê guman ev êrîş beşek in ji dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmên me û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê. Armanca van êrîş û vê dagirkeriyê jinavbirina gel û destkeftiyên gel e. Divê dijmin bizane ku em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û destkeftiyên gelê xwe biparêzin, vîna me di vî warî de xurt e û nayê şikandin. Pêwîst e gelê me hestyar nêzîkî vê rewşê bibe û li hember êrîşên dagirkeriyê yên metirsîdar ên dewleta Tirk bertekên xwe nîşan bide. Divê em bizanin ku ev tevger û êrîş ne asayî ne, di asteke bilindtir de ne û bi hevkarî û piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û bi armanca jinavbirina destkeftiyên gelê Kurd têne kirin. Ji ber vê yekê, pêwîst e hişyarî û helwesta gelê me jî di asteke bilind de be. Di rojên pêş de em ê agahiyên berfirehtir li ser van êrîşan ji gelê xwe û raya giştî re belav dikin.”