Elî Rehmûn: Dema normalîzekirin hêviyan gelên Sûriyeyê pêk bîne, em ê pê re bin

Cîgirê hevserokatiya MSDˊê Elî Rehmûn diyar kir ku ger normalîzekirin parçeyek ji çareseriya siyasî be û hêviyên gelên Sûriyeyê pêk bîne, ew ê bi wê re bin.

Elî Rehmûn: Dema normalîzekirin hêviyan gelên Sûriyeyê pêk bîne, em ê pê re bin
15 tîrmeh 2024   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji zêdetirî 2 hefteyan ve, serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan daxuyaniyên der barê jinûve vegerandina têkiliyan bi hikumeta Şamê re û rûniştina bi Beşar Esed re dide. Di vê dawiyê de Erdogan wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan erkdar kir ku tedbîrên hevdîtina bi Beşar Esed re pêk bîne. Di parvekirina fermî ya têkildarî wan daxuyaniyan de Şamê ragihand ku çi vegerandina têkiliyan bi Enqereyê re pêk bê, divê li ser bingehîn vekişîna hêzên wê ji bakurê Sûriyeyê û sekinandina piştgiriya wê ji komên terorîst re be.

Di vê çarçoveyê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn di hevdîtineke malpera fermî ya MSDˊê belav kiriye de li ser hewldanên normalîzekirinê axivî. Rehmûn di destpêka axaftina xwe de behsa rêveçûna Sochiyê ya bi sponseriya dewletên li dosyaya Sûriyeyê aktîv in, bi taybet Rûsya, Tirkiye û Îran, kir.

Rehmûn diyar kir ku piştî pêşdeçûnên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê hinekî rêveçûna normalîzekirina di navbera rejîma Tirkiyeyê û Sûriyeyê de sekinî û wiha got: "Lê belê rewşên siyasî û aborî yên niha li Tirkiyeyê hişt ku hikumeta Tirkiyeyê bi navbeynkariya Rûsyayê û Iraqê ber bi vekirina vê dosyayê ve biçe."

Rehmûn diyar kir ku tiştê diqewime cureyek ji demogojiya çapemenî û hewldana pêkanîna valahiyekê di vê rêveçûnê de ye ku berjewendiyên Tirkiyeyê û berjewendiyên Rûsyayê pêk bên û wiha domand: "Vekirina rêveçûna normalîzekirinê mijareke çapemenî û siyasî ye da ku hikumeta Tirkiyeyê û Rûsyayê sûdê wergirin."

Rehmûn anî ziman ku dema normalîzekirin bikeve xizmetî rêveçûna çareseriya siyasî dê tevahî bi wê yekê re bin, lê belê li ser hesabê gelê Sûriyeyê be, wê demê kesek ne pê re ye. Rehmûn îşaret bi xwepêşandanên li bakurê Sûriyeyê kir û got xwepêşandêran nas kir ku ev normalîzekirin li ser hesabê gelê Sûriyeyê ye, ji lew re li hemberê sekinîn.

Rehmûn got, gel dewleta Tirk di vikişîna ji xaka Sûriyeyê de cidî ye û destnîşan kir ku tevahî rewş ji bo wê yekê ne guncaw in, bi wê re normalîzekirin weke tê texmînkirin ne hêsan e.

Rehmûn wiha li gotina xwe zêde kir: "Rêveçûna xebata siyasî li Sûriyeyê girêktir bû. Ne Tirkiye ne jî rejîma Sûriyeyê dikarin rêveçûna normalîzekirinê ferz bikin."

Rehmûn hêvî kir ku şertên gelê Sûriyeyê di têkbirina dagirkerî û xelasiya ji komên cîhadîst pêk bên û wiha axivî: "Hemû dixwazin Tirkiye ji xakên dagir kirine vekişe. Tevahî hêvî dikin ku koçber û penaber li malên xwe vegerin. Lê gelo, hikumeta Tirkiyeyê dikare vê yekê bike û berjewendiyên wê di vê yekê de çi ne, gelo rejîma Sûriyeyê dikare bandorên wê yekê hilgire? Ew her du ji wan re ne amade ne."

Têkildarî helwesta MSDˊê ji normalîzekirinê, cîgirê hevserokatiya MSDˊê Elî Rehmûn got çi normalîzekirin di navbera rejîmên Tirkiye û Sûriyeyê de dê li ser hesabê gelê Sûriyeyê be û wiha pê de çû: "Lê belê dema çareseriya siyasî û normalîzekirin parçeyek jê be, em ê pêşwaz bikin, bi taybet ger şerên vegerandina penaber û koçberan û vekişîna Tirkiyeyê ji xakên dagir kirine pêk anîn. Ger normalîzekirin li ser bingeha hêviyên gelan be em ê bi wê re bin."

Elî Rehmûn di dawiyê de diyar kir ku divê deshilata Şamê çareseriyên rasteqîn ên têkildarî vegerandina penaber û koçberan de pêşkêş bike, her wiha bi rêya diyaloga siyasî ya ku muxaleta Sûriyeyê û MSDˊê xwedî lê derdikeve îstîqrarê pêk bîne ku bi awayekî lez bigihîn çareseriyekê.

(fr)