QSD: Komên bi ser hikumetê ve bi tank û topan êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin

QSDˊê îdiayên saziyên ewlehî û leşkerî yên hikumeta veguhêz ku taxên Helebê ji aliyê QSDˊê ve hatin topbarankirin derewandin. QSDˊê diyar kir ku hêzên hikumeta veguhêz li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tank û topan bi kar tînin.

QSD: Komên bi ser hikumetê ve bi tank û topan êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin
22 kanûn, 2025   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê îdiayên saziyên yên hikumeta veguhêz ên der barê hedefgirtina taxên Helebê ji aliyê hêzên QSDˊê ve ku vê dawiyê, li gorî peymana 1ˊê Nîsanê, nuqteyên xwe radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Asayîşê kirin, derewandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Lêpirsîna rast û berpirsiyarî dikeve ser milê komên parçebûyî yên girêdayî hikumeta Şamê ku ji 4 mehan ve krîzan çêdikin. Ew kom bi rêya dorpêça taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, dubarebûna tehrîdkirin û êrişên li dijî sivîlan li pêş çavên saziyên hikumetê, li gel hebûna peymana 1ˊê Nîsanê, krîzan çêdikin..

Êrişa îro ya li ser taxên niştecihan encama çalakiya wan komên bi xwe ye, bi taybet li rojava û bakurê Helebê. Moşek û top ji nuqteyên wan koman ber bi taxên Helebê ve tên avêtin ku tevliheviya ewlehî çêkin û fitneyan derxin.

Êrişên van koman gihîşt heta tank û topavêjan li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi kar bînin, ev yek rageşiyeke xeternak e ku gefan li jiyana şêniyan û aramiya herêmê dixwe."

(fr)