Rêveberiya Xweser: Êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikevin xizmetî dijmin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz ên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi tundî şermezar kirin û diyar kir ku ev êriş dikevin xizmetî dijmin sûriyeyê.

Rêveberiya Xweser: Êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikevin xizmetî dijmin
22 kanûn, 2025   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên hêzên girêdayî hikumeta veguhêz ên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ku di encamê de jinek şehîd bû û hejmarek şênî birîdnar bûn, şermezar kirin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat diyarkirin ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsa van êrişan û bandorên wê yên xeternak e, ji ber ku ev êriş di demekê de ku pêdivî bi zanîn, xweragirtin û xebateke cidî ya ber bi agirbestê ve heye,  bi xwe re krîzên tînin, aramiyê têk dibin.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev êriş tenê dikevin xizmetî dijminên Sûriyeyê. Dijminên Sûriyeyê hewl didin yekkirina xîtaba Sûriyeyê qels bikin û kedên gihandina çareseriya siyasî ya giştî têk bibin.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku ev ne cara yekemîn e ku êriş li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên kirin, berê jî binpêkirinên peyman û lihevkirinan çêbûne.

Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku berpirsiyariya rizgarkirina Sûriyeyê ya komî ye û bang li hemû Sûriyeyiyan û hêzên neteweyî yên Sûriyeyê kir ku ked û xebatên hevbeş ên ji bo gihandina çareseriyeke giştî ya adilane zêde bikin, sînorekê ji bo van siyasetên paşguhkirin û qetilkirinê re deynin, bi hev re xebatekê ji bo avakirina welatekî ji bo hemûyan, Sûriyeyeke azadî, demokratîk, nenavendî bikin.

(fr)