Gelê Qamişloyê ji bo piştgiriyê taxên Helebê daxuyaniyek da

Şênî û ciwanên li Qamişloyê di çalakiya şermezarkirina êrişên çekdarên hikumeta veguhêz li dijî taxên Şêxmqsûd û Eşrefiyê, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo gel nîşan dan.

Gelê Qamişloyê ji bo piştgiriyê taxên Helebê daxuyaniyek da
22 kanûn, 2025   21:37
QAMIŞLO

Di çalakiya protestokirina êrişên çekdarên hikumeta veguhêz ên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ya ku li bajarê Qamişlo hatibû destpêkirin de, daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî li cihê çalakiyê li ber Parka Giştî ya li Qamişloyê bi amadebûna şêniyên bajarê Qamişlo, koçberên Efrîn û Şehbayê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Rêdûr Qamişlo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew êrişên li dijî her du taxan bi tundî şermezar dikin, ew êriş bi çekên giran pêk tên û ev êriş ewlehiya herêmê têk dibe û wiha hate gotin: “Em amadebûyîna xwe ji bo derketina li hemberî van êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê radighînin. ”

Çalakî bi dirûşma “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.

(sb/h)

ANHA