Endamê Înîsiyatîfa Parastina Rêber Apo: Li Tirkiyeyê qanûn girêdayî siyasetê ye

Endamê Koordînasyona Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan Cîbraîl Mistefa da zanîn ku `Mafê Hêviyê` mafeke exlaqî ye li gorî pîvanan ji mafê Rêber Abdullah Ocalan e û got “Tê diyare ku qanûn li gorî berjewendiyên siyasî pêk tên, li Tirkiyeyê her tişt girêdayî siyaseta dewleta Tirk e, qanûn, demokrasî û edalet tune ye.”

Endamê Înîsiyatîfa Parastina Rêber Apo: Li Tirkiyeyê qanûn girêdayî siyasetê ye
30 cotmeh, 2025   07:25
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî `Mafê Hêviyê` yê ji bo Rêber Abdullah Ocalan, sedema ku nahêle dewleta Tirk wê pêk bîne û kirinên dewletê yên li hemberî mafê rewa yên mirovan Endamê Koordînasyona Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Parêzer Cîbraîl Mistefa ji me re axivî. 

Cîbraîl Mistefa bi bîr xist ku tecrîda heyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan di şexsê wî de daxwaza hedefgirtina gelê Kurd, dostên wan û gelên aştîxwaz e. Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û li Cîhanê tên jiyîn, sed salan komî ser hev bûne û çareserî jê re nayê dîtin, Rêber Abdullah Ocalan bi fikra xwe çareserî jê re dîtine. Tecrîda heyî li ser fikra Rêber Abdullah Ocalan e, bi mîlyonan pêkhateyên civakê li cîhanê ser fikra wî dimeşin, tecrîd ser wan jî tê ferzkirin, bi tecrîdê dewleta Tirk dixwaze fikra Rêber Abdullah Ocalan di Îmralî de bixetimîne.

Cîbraîl Mistefa da zanîn ku `Mafê Hêviyê` li gorî qanûnên navneteweyî li her dewletekê bi navekî tê gotin, armanc ji qanûnan ne îşkencekirine, heke ceza jî hebin divê li gorî mafê mirovan bin û mirov pê werin azadkirin. Ev mafê hêviyê mafeke pîroze, exlaqî ye û li gorî pîvanên heyî jî ji mafê Rêber Abdullah Ocalan e.

Di berdewamiya axaftina xwe de Cîbraîl Mistefa diyar kir ku dema ew behsa `Mafê Hêviyê` dikin, Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn hate avakirin, qaşo ji bo dabînkirina ewlehî, wekhevî û demokrasiyê hatiye avakirin, lê isbat dibe ku qanûn li gorî berjewendiyên siyasî yên hêzan pêk tê. Di asta navneteweyî de Rêxistinên Mafê Mirovan, Mîsaqa NY`ê ya Cîhanî, Peymana Cinêfê, Hevpeymana Naveneteweyî ya Taybet bi Mafên Sivîl û Siyasî hene, lê ji destpêka komployê de heta niha tişta dewleta Tirk li hemberî Rêber Abdullah Ocalan dike, ne qanûnî ye.

Cîbraîl Mistefa destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo Rêber Abdullah Ocalan ji `Mafê Hêviyê` mehrûm bike, çend caran di bin navê `Cezayê Dispilînê` ceza didin, dema mirov vegere qanûnan tiştek navê xwe `Cezayê Dispilînê` derheqê mirovan de nayê dîtin, li gorî qanûnên dewleta Tirk kesên ku 25 sal di zindanê de mabin dikare `Mafê Hêviyê` bistîne. Vaye Rêber Abdullah Ocalan 25 sal derbas kir; tê xuyakirin ku li Tirkiyeyê her tişt girêdayî siyaseta dewleta Tirk e qanûn, demokrasî û edalet tune ye, heta di pêvajoyê de jî gavan navêje.

ANHA