PYD: Nivîsgeha me wêran kirine û destdirêjî li sembolên kurdî kirine

Meclisa Giştî ya PYD`ê diyar kir ku roja sêşemê nivîsgeha wan a li taxa Xiwêran hatiye wêrankirin û destdirêjî li sembolên gelê Kurd kirine.

PYD: Nivîsgeha me wêran kirine û destdirêjî li sembolên kurdî kirine
14 cotmeh, 2026   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî destdirêjiya li wêneyên şehîdên jin hatiye kirin, li ser malpera xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Roja sêşemê (13 Cotmeh 2026) nivîsgeha partiya me Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê, rastî talan û wêrankirinê hat, derî şikandibûn û êrişî sembolên gelê Kurd, bi taybetî sembolên Şoreşa Jinan, bi awayekî bêexlaqî hat kirin û nivîsgeh talan kiribûn. Ev êriş piştî çend rojan ji hedefgirtina Saziya Malbatên Şehîdan a li bajarê Til Temir pêk tê.”

PYD`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî çend roj di ser êrişkirina Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temir, roja sêşemê êrişî nivîsgeha wan kirine û duh jî destdirêjî li wêneyên şehîdên jin kirine.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Hedefgirtina Til Temir û îro jî Hesekê, her wiha binpêkirina nivîsgehê, nîşaneya hebûna planeke sîstematîk e ku armanca wê hedefgirtina jiyana hevpar e. Em wekî Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)ê bi tundî van êrişan şermezar dikin û tekez dikin ku ev kiryar gefekê li ser aştiya civakî û aramiya herêmê ne her wiha êriş li ser azadiya xebata siyasî û rêxistinkirina bingeha gel e. Nivîsgeha partiya me ya li taxa Xiwêran ne tenê navendeke partiyeyê bû, lê rêxistinkirina bingeha gel û xebata ji bo xurtkirina jiyana hevpar, xwişk û biratiyê di navbera hemû pêkhateyên herêmê de. Her wiha ev kiryar zihniyeta nîjadperestiyê nîşan didin û bîra me tînin kiryarên rejîma Baasê yên ku li ser înkarkirina hebûna yên din û şermezarkirina pirrengiyê ava bibûn.`

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bang li aliyên têkildar dikin ku berpirsiyariya xwe ya parastina nivîsgehên partiyan û saziyên sivîl bi cih bînin, li ser van êrişan lêkolînê bikin berpirsên wan hesab bikin û piştrast bikin ku ev kiryar careke din nayên dubarekirin.

Her wiha em bang li hêzên siyasî, civakî û gelê me yê Sûriyeyê dikin ku provokasyon û nefretê red bikin, bi diyalog û jiyana hevpar ve girêdayî bimînin û aştiya civakî biparêzin.”

(np)