Hêzên Îsralîlê ketin gundewarê Deraa û Quneytrahyê

Dewriyeke Îsraîlê li gundewarê bakurê Quneytrayê xaleke kontrolê danî, her wiha  li nêzî Wadî El Reqadê li gundewarê Derayê gule berdan.

Hêzên Îsralîlê ketin gundewarê Deraa û Quneytrahyê
24 mijdar, 2026   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku dewriyeke artêşa Îsraîlê, ku ji 3 wesayîtên leşkerî pêk dihat, li ser rêya ku bajarokên Cebeta El Xeşeb û Eyn El Beydayê li gundewarê bakurê Quneytrayê bi hev ve girêdide, xaleke kontrolê danî û dest bi lêgerîna rêwiyan kirin.

Hêzên Îsraîlê ber wiha ber bi derdora Wadî El Reqadê li hember gundê Abdîn li gundewarê Derayê ve çûn û gule ber bi geliyê û zeviyên çandiniyê yên derdorê ve berdan.

(k)

ANHA