Sibê dê li Qamişloyê konê sersaxiyê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya were vedan

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê dê sibê li Qamişloyê konê sersaxiyê yê navendî ji bo bîranîna 26 şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê vede. Kon dê li Stadyuma Heysem Çiko were vedan.

Sibê dê li Qamişloyê konê sersaxiyê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya were vedan
14 cotmeh, 2026   15:39
QAMIŞLO

Îro li Stadyuma Heysem Kiço ya li Qamişlo merasîmeke bîranînê ji bo 26 gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad (YJA-STAR) ku di salên cuda de şehîd bûne, hate lidarxistin. Bi hezaran şêniyên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê beşdarî merasîmê bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo ku şêniyên herêmê sersaxiyê bidin malbatên şehîdan, dê sibe li Stadyuma Heysem Kiço ya Qamişloyê konê sersaxiyê vede.

Kon dê ji saet 10’ê sibehê heta 2’yê piştî nîvro vekirî be.

(k)

ANHA