Bertek û helwesta jinan: Divê kesên berpirsyar werin cezakirin

Nivîsgehên Kongra Star ên li bajarên herêma Cizîrê û Meclisa Jinan a PYD`ê destdirêjiya li ser wêneyên şehîdên jin û sembolên kurdî şermezar kirin û da zanîn ku ev kiryar êrişa li ser nasname, rûmeta Kurdan û gefa li dijî aştiya civakî ye. Di daxuyaniyan de hate gotin ku divê li hemberî destdirêjkaran lêpirsîneke zelal dest pê bike.

Bertek û helwesta jinan: Divê kesên berpirsyar werin cezakirin
Bertek û helwesta jinan: Divê kesên berpirsyar werin cezakirin
Bertek û helwesta jinan: Divê kesên berpirsyar werin cezakirin
Bertek û helwesta jinan: Divê kesên berpirsyar werin cezakirin
Bertek û helwesta jinan: Divê kesên berpirsyar werin cezakirin
Bertek û helwesta jinan: Divê kesên berpirsyar werin cezakirin
Bertek û helwesta jinan: Divê kesên berpirsyar werin cezakirin
14 cotmeh, 2026   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkidarî destdirêja li ser wêneyên şehîdên jin a li taxa Xiwêran a Hesekê bertek û şermezarkirin didomin. Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Hesekê, Kongra Star a Dirbêsiyê, Kongra Star a Girkê Legê, Kongra Star a Dêrikê û Kongra Star a Çilaxayê daxuyanî dan.

HESEKÊ

Meclisa Jinan a PYD`ê li pêşiya nivîsgeha xwe ya li bajarê Hesekê daxuyanî da, daxuyanî ji hêla endama meclisê Hûda Mihemed ve hat xwendin.

Meclisê ji aliyên peywendîdar xwest berpirsyariya destdirêjiyê rakin û kesên destdirêjkar li gorî qanûnan bidarizînin.

DIRBÊSIYÊ

Daxuyaniya Kongra Star a Dirbêsiyê bi zimanê kurdî ji hêla endama Kongra Star Silava Simo û bi zimanê erebî ji hêla endama Kongra Star Emanî Ehmed ve bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl û meclisên li bajêr hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dîroka mirovahiyê û çanda gelan ne tenê nivîsin, ew ji hûrgiliyên jiyana rojane û sembolên xwedî nirxê azadî û rûmetê pêk tên, yekitî û hişmendî ji bo derketina li dijî tundî û cudakariyê, parastina rûmeta mirov û dîroka wî esas in.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina sembolên ku azadiya jinan û îradeya wan hat redkirin û daxwaza rêgirtina li ber derxistina fitneyê, pêşxistina jiyana hevbeş û civaka yekgirtî ya Kurd, Ereb û Suryanan hat kirin.

DÊRIK

Kongra Star a Dêrikê jî li pêşiya navenda xwe ya li bajêr daxuyaniyek da, daxuyanî ji aliyê Endama Kongra Star a Bajarê Dêrikê Wefa Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişa li ser wêneyên şehîdên jin hat şermezarkirin, destdirêja li ser sembolên ku temsîla nasnameya gelê Kurd dike hat redkirin, hat diyarkirin ku ev êriş kiryareke nayê qebûlkirin û ev dûrî exlaq û nirxê mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji aliyên hikumetê û peywendîdar hat kirin ku destwerdanê bikin û êrişkaran ceza bikin.

GIRKÊ LEGÊ

Kongra Star a Girkê Legê li pêşiya navenda xwe ya li bajar daxuyanî da, daxuyanî ji hêla endamên Kongra Star Semer Hisên û Aya Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev kiryar nirxê mirovahiyê û niştimaniyê binpê dike, bîra gel û wijdanê wan hedef digire, şehîdên wan ji bo wan sembolên têkoşîn, rûmet û azadiyê ne, berdêlên ku şehîdên wan dane wê heta dawiyê di bîra gel de bimîne.

Di daxuyaniyê de berpirsyarê hemû rageşiyên ku li herêmê rû dide hikumeta veguhêz hat dîtin, daxwaz ji aliyên peywendîdar û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê hat xwestin ku rêkarên pêwîst pêk bînin.

ÇILAXA

Kongra Star a Çilaxayê li pêşiya navenda xwe ya li bajêr, bi amadebûna nûnerên tevgerên jinan, saziyên xizmetguzarî û Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyaniyek da, daxuyanî ji hêla Endama Kongra Star a Bajarê Çilaxa Dunya Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hedefgirtina sembolên kurdî êrişa li ser nasnameya gel û rûmeta gel e, divê rêdarî li beramberî mafê hemû pêkhateyan bê pêşkêşkirin.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji aliyên peywendîdar hat kirin ku destdirêjkar bên cezakirin.

(sb)

ANHA