Psîkanalîst Elisabeth Roudinesco piştgirî da banga Rêber Apo

Psîkanalîst a Fransayî Elisabeth Roudinesco têkildarî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Abdullah Ocalan nameyek şand û got: “Di vê têkoşînê de ez tevlî we dibim û serketinê dixwazim."

Psîkanalîst Elisabeth Roudinesco piştgirî da banga Rêber Apo
1 îlon, 2025   11:28
Navenda Nûçeyan

Psîkanalîst a Fransayî Elisabeth Roudinesco têkildarî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Abdullah Ocalan ya 27'ê Sibatê nameyek ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) re şand.

Nameya Elisabeth Roudinesco bi vî rengî ye:

"Ez teqez piştgiriyê didim banga jiyana bi hev re û aştiyê ya navbera gelên Kurd û Tirk. Bi vî rengî li vê cîhana me ya tevlîhev demokrasiyeke rasteqîn dikare ava bibe. Ez bi kêfxweşiyeke mezin tevlî piştevanên vê bangê dibim. Ev pêvajoya aştiyê ji bo tevahiya cîhanê, bi taybetî ji bo Ewropayê ji her demê bêhtir pêwîstî ye. Bêguman hêvî dikim ku gelek ramanger, entelektuel û siyasetmedarên din beşdarî me bibe. Di vê têkoşînê de ez tevlî we dibim û serketinê dixwazim."