Projeyên xwedîkirina masiyan li Hemayê li ber têkçûnê ne

Projeyên xwedîkirina masiyan li herêma Sehil El Xab a parêzgeha Hemayê rastî astengiyên mezin hatine, bi taybet ji ber nebûna dengeya di navbera masiyên ji derve tên û masiyên herêmê de, têkçûyîna binesaziya herêmê ji ber şer û nebûna piştgiriya hikumetê ya ji vê qadê re.

Projeyên xwedîkirina masiyan li Hemayê li ber têkçûnê ne
29 cotmeh, 2025   05:47
HEMA

Li herêma Sahil El Xab a parêzgeha Hemayê rewşa jiyanî û herêmî dijwar bûye. Ev dijwarî di qada xwedîkirina masiyan de bandor kiriye. Herêma behsa mijarê yek ji cihên herî zêde di berhemdariya masiyan de bi bandor bû. Di vê herêmê de ji sedî 40’î masiyên tavahiya Sûriyê pêk dihat. Ev li gorî texmînên fermî ya hikûmeta berê ne.

Lê niha û piştî salên drsalên dirêj ên alozî û astengiyan, xebatên xwedîkirina masiyan rastî gelek astiyan tê. Ji wan dengeya di ne wekhev a di navbera masiyên herêmê û yên ji derve têne derbaskirin, ruxandina zêrzemîna herîmê ya ji ber şerê bi salan û ya herî girîng jî qutbûna piştgiriya hikûmetê ya di vê qadê de ye.

Xwediyên golên xwedîkirina masiyan rastî kombûyîna berhem û nebûna rêyên firotinê tên. Ev jî ji ber masiyên cimidandî yên ji derveyî welat tên herêmê, tevê berê di encama xwetêrkirina di vê qadê de, biryar hebû derbaskirina masiyên cemidadnî qedexe dikir, niha ew biryar pêk nayê.

Berhemdariya masiyan a herêmî di kêmbûna buhaya firotinê de rastî xisrên mezin tê, hejmarek kesên masiyan xwedî dikin  dibêjin îro kîloya masiyê “kerib, mişit û selor” bi 3.5 dolarên amerîkî tê firotin. Di heman demê de masiyên cemidandî yên ji derve tên bi 2.5 dolaran tê firotin. Ji ber vê berhemê herêmê ketiye rewşeke ne baş.

Buhayê hatiye destnîşankirin ji ber mesrefa zêde ya xwedîkirina masiyan pêk tê, bi taybet piştî stasyonên eletirîkî yên herêmê hatin dizîn niha  cenetor têne xebitandin û buhabûna sotemeniyê bandorê li wan dike. Li aliyê din eneriya rojê têra pêdiviyê golan nake, ji ber wê sotemenî feriz pêwist dike. Li aliyê din buhabûna êm mijareke din a êşê zêde dike. wekî nimûne ji goleke firehiya wê  25 donim re rojane 1.2 ton êm buhaya wê 500 dolaran pêwist dike.

Li aliyê din tê gotin di herêma Sehil El Xab de nexweşiyên masiyan çêbûne. Ev jî pêwist dike psporên tenduristiyê û pişgiriya hikûmetê di peydakirina dermanan de, çêbûye.

Xewdiyên golên xwedîkirina masiyan daxwaza rawestandina anîna masiyên cimidandî kirin, da berhemên wan ên kombûyî were firotin. Di heman demê de doza piştgiriya hikûmetê di peydakirina derman û êm de daxwaz kirin. Li beranberî vê rewşê hikûmet bi tu awayî dengê masîvanan nabhîze û besiva wan nade. Di mijara sotemeniyê de jî masîvanan xwest hikûmet sostememeniyê bi buhayê kêm, ji wan re dabîn bike.

Psoprên vî karî dibêjin heger rewş wiha dewam kir, metirsî heye xwediyên masîvanên Hemayê dest ji pîşeya xwe berdin. Ev jî dê bandorê li jiyana gelek karker û masîvanan bike.

(dc)

ANHA