Dan û standinên agirbestê di navbera Afganistan û Pakistanê de têk çûn

Piştî 3 rojan dan û standinên agirbestê yên di navbera Afganistan û Pakistanê de yên li Tirkiyeyê bi bin ketin.

Dan û standinên agirbestê di navbera Afganistan û Pakistanê de têk çûn
28 cotmeh, 2025   20:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Pakistanî, dan û standinên di navbera Afganistan û Pakistanê de yên bi armanca agirbestek mayînde, ku li Tirkiyeyê ji 3 rojan ve hatibûn destpêkirin, bi bin ketin. Lê çavkaniyan da zanîn ku ji bo dawî li rageşî û pevçûnan bê anîn, wê "hewldaneke dawî" ji bo lihevkirinekê bê destpêkirin.

Piştî pevçûn û şerekî 10 rojan di navbera Pakistan û Afganistanê de domke û bi dehan kes hatin kuştin, bi navbeynkariya Qeterê di navbera Kabul û Îslam Abadê de agirbestek pêk hat û ew her du roja şemiya borî li Tirkiyeyê ji bo lihevkirina der barê hûrgirliyên agirbestê de li hev civiyan.

Çavkaniyek ewlekariyê ya Pakistanê ji ajansa France Press re got ku roja duşemê 18 saetan dan û standinan dewam kir û roja sêşemê dewam kir.

Çavkaniyekî nexwest navê xwe aşkera bike diyar kir ku şandeya Talîbanê di serî de ji bo pêşîgirtina li Talîbana Pakistanê erê kiribû, lê piştre ji ber fermanên nementiqî yên ji Kabulê de helwesta xwe guhart, di encamê de dan û standin bi bin ketin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku "Ligel serhişkiya Talîbanê hewldaneke dawî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêya diyalogê hat kirin, da ku gerek dawî ya dan û standinan dest pê bike."

Kabulê di cih de daxuyaniyek parve nekir, lê medyayên Afganistanê ku agahiyên xwe dispêrin berpirsên Talîbanê daxwazên Pakistanê bi "nementiqî nayê qebûlkirin" wesif kirin û diyar kir ku dan û standin hîna bijarteya herî guncaw a çareserkirina pirsgirêkê ye.

Girêdayî wê, berdevkê Wezareta Karên Hundirîn a Afganistanê Ebdulmetîn Qanî ji ajansa nûçeyan a Afganistanê re ragihandibû ku eger dan û standin bi bin ketin, wê li hember her êrişekê "bersiveke krîtîk, weke dersekê ji bo Pakistanê û yên din, bê dayîn."

Qanî destnîşan kiribû ku "Tu çekên me yên nukleerî tune ne, li di 20 salên şer de, ne NATO ne jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nikarîbûn Afganistan têk bibira."

Wezîrê Berevaniyê yê Pakistanê Xewace Asif jî gotibû ku eger danûstandin têk biçin egera rûdana "şerekî vekirî" zêde dibe.

(mh/fr)