‘Gava Tevgera Azadiyê derfeta pêkanîna aştiyê zêdetir dike’

Lêkolîner û siyasetmedar Mihemed Îsa diyar kir ku gava Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi wêrekî, dê derfeta pêkanîna projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan zêdetir bike. Îsa destnîşan kir ku dê bi vê gavê nêrîna dijminane ya dewleta Tirk li ber projeya aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan têk biçe.

‘Gava Tevgera Azadiyê derfeta pêkanîna aştiyê zêdetir dike’
29 cotmeh, 2025   05:06
YEHYA HEBÎB
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di 26’ê Cotmehê de daxuyand ku di encama kongreya 12’an de wan dest pê kiriye gerîlayên xwe yên li Bakurê Kurdistanê vedikşînin. Tevgerê aşkera kir ku ev gav di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de pêk hatiye û da diyarkirin ku komên gerîlayan gihaştine Qendîlê.

Di vê derbarê de nivîskar û lêkolînerê sûriyeyî Mihemed Îsa ji ajansa me re axivî û got: “Gavên Tevgera Azadiyê bi wêrekî pêk hatine û girêdana wan bi pêkanîna banga aştiyê ve nîşan dide.”

Mihemed Îsa di berdewama azaftina xwe de da zanîn ku gavên têne avêtin, lêkolîneke bi rêk û pêk a Rêber Abdullah Ocalan nîşan didin û wiha dom kir: “Di nêrîna xwe de diyar dike ku tundî û şer rengê sedsala derbasbûyî ne. Îro ji mirovahiyê tê xwestin dûrî nêrîna şer bikeve, li şûna wê nerîna dan û standina demokratîk esas bigre.”

Îsa di berdewama axaftina xwe de got: “Di heman demê de derfetên pêkanîna projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan mezintir bike. Li aliyê din dê desthilata Tirk bixe rewşeke aloz, bi taybet di warê pêkanîna mafê hêviyê û pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan de.”

Mihemed Îsa di dawiya axaftina xwe de got însiyatîfa niha dê hestên dijminane yên dewleta Tirk lawaz bike û ev tişt anî ziman: “Ev bi rastî dê projeya aştiyane ya bi rêk û pêk a xwe dispêre felsefeya Ocalan, derxe pêş. Ew dibêje pirsgirêkên gelên li Tirkiyeyê û herêmê bi tundiyê yan bi nêrîna neteweyî ya teng nayên çareserkirin. Lê belê bi dan û standin û ramana demokratîk û hevbeş çareserî pêk tê.”

(dc)

ANHA