Pirsên derbarê ewlehiya herêmî û hişyariyên derbarê encamên şerê Xezayê

Gotar û analîzên di medyaya Erebî de li ser zêdebûna aloziyên herêmî û bandora hevpeymaniyên parastinê hişyarî dan, her wiha li ser aloziya Siûdî-Hûsî û plana aştiyê ya li Xezaeyê ya rawestiyayî û krîza mirovî ya berdewam nivîsîn.

Pirsên derbarê ewlehiya herêmî û hişyariyên derbarê encamên şerê Xezayê
12 cotmeh, 2026   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, medyaya Erebî li ser bandorên aloziya herêmî, siberoja rêkeftinên ewlehiyê li Rojhilata Navîn, rawestiyayîbûna pêkanîna plana aştiyê li Şerîda Xezayê û pirsgirêkên siyasî û mirovî yên berdewam nivîsî.

Di beşa herêmî de, malpera "Al Rai", di gotarek bi sernavê "Ma Hevkariya Parastinê ya Siûdî-Amerîkî Hilweşiya?" de, bandorên êrişa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Qiral Xalid li Riyadê û pirsên ku ew li ser bandora hevkariya parastinê ya di navbera Riyad û Washingtonê de û rêkeftinên ewlehiyê ji bo parastina tesîsên girîng, lêkolîn kir.

Gotarê diyar kir ku pêşketinên ewlehiyê hevkariya parastinê dixe ber ceribandinek pratîkî, ceribandinek ku ji daxuyaniyên siyasî wêdetir diçe da ku hêza hevpeymanan ji bo pêşîgirtina li êrişan û kêmkirina xetereyên ku ewlehiya herêmê tehdît dikin binirxîne.

Bi heman awayî, rojnameya Libnanî El Şerq, di gotareke bi sernavê "Mekke û Medîne ji aliyê Xwedayê Cîhanê ve têne parastin" de, li ser zêdebûna aloziya di navbera Erebistana Siûdî û Hûsiyan de axivî û pevçûnê di çarçoveya pêşbaziya herêmî û aloziyên li dora deryavaniya li Deryaya Sor û Tengava Bab El Mandeb de şîrove kir.

Gotarê rola Îranê di zêdebûna aloziyê de rexne kir, ewlehiya Siûdî bi girîngiya parastina rêyên deryayî ve girêda.

Di derbarê pirsgirêka Filistînê de, rojnameya El Xalîc, di gotareke bi sernavê "Planeke Asêmayî û Pêşerojeke Nediyar" de, li ser pêkanîna asêmayî ya plana Amerîkî ya ji bo Xezayê nîqaş kir, û behsa nerazîbûnên berdewam ên li ser derbasbûna qonaxa duyemîn, vekişîn, ji nû ve avakirin û rêveberiya Xezayê kir.

Gotarê plan wekî "bi pratîkî asêmayî, an cemidî" bi nav kir û bal kişand ser valahiya di navbera têgihîştinên hatine ragihandin û zehmetiyên pêkanîna wan li ser erdê de.

Her wiha bal kişand ser pêdiviyên mirovî yên berdewam, bi taybet krîza stargehê bi nêzîkbûna zivistanê re û diyar kir ku agirbest bi tena serê xwe aştiyek mayînde garantî nake heya ku pirsgirêkên siyasî û mirovî yên çaresernebûyî neyên çareserkirin.

(k)

ANHA