YRJ‘ê Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anîn

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) di salvegera şehadeta wan de şehîdên ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anîn û diyar kir ku keda wan parçeyek ji bîra ragihandinê ye ku nayê jêbirin.

YRJ‘ê Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anîn
12 cotmeh, 2026   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) di salvegera şehadeta wan de şehîdên ragihandina azad nûçegihana me Dilîşan Îbiş û rojnamevan Dilovan Gever bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anîn.

Daxuyanî wiha ye:

"Di rêya ragihandina azad de, hinek nav hene ku ne tenê beşek ji qada ragihandinê bûn, lê peyama rastiyê hilgirtin, her wiha peyv û wêne kirin amûrên tomarkirina bûyeran, veguhastina êş û azaran û gihandina dengê gelan li cîhanê. Di nava van navan de, şehîdên ragihandinê Dilişan Îbiş û Dilovan Kever cihê xwe digirin. Bi îrada û fedakarî rola jinên rojnamevan a li qadan nîşan dan û mîrateyek hiştin ku di bîra ragihandina azad de zindî dimîne.

Şehîda ragihandinê Dilişan Îbiş ji wan rojnamevanan bû ku hilbijartibû di navenda bûyeran de be. Ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve bûyer tomar dikirin û di bin şert û mercên pir xetere de êş û azarên sivîlan digihand cîhanê. Dilîşan di 12’ê Cotmeha 2017’an de dema rewşa sivîlên ji herêmên Dêrazorê reviyan radighand di encama êrişên çeteyên DAIŞ’ê de, tevî hejmarek ji hevalên xwe yên ragihandinê, şehîd bû. Şehadeta wê bû rawestgehek xemgîn di dîroka ragihandina azad de û bû şahidek li ser xetereyên ku rojnamevan di rêya veguhastina rastiyê û tomarkirina bûyerên li ser erdê de rû bi rû dimînin.

Şehîda ragihandinê Dilovan Gever jî berpirsiyariya ragihandin û tomarkirina bûyeran hilgirtibû. Ew bawer bû ku ragihandin peyamek e ku ji sînorên pîşeyê wêdetir diçe, her wiha wêne û peyv dikarin rastiyê eşkere bikin û dengê civakê bigihînin raya giştî. Di heman demê de, di tomarkirina êrişên hovane yên li ser Kobanê de cih girt û lenûsa xwe di xizmeta rastiyê de bi kar anî. Dilovan Gever bûyer û êşên ku bajar dîtibûn ji cîhanê re radighand. Bi xebata xwe ve girêdana ragihandina azad bi doza gelê xwe re û israra wê ya ku di şert û mercên herî dijwar de bibe şahida bûyeran nîşan da.

Hevrê Dilovan Gever di 13’ê Cotmeha 2019’an de di dema berxwedana rûmetê ya li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî de belge dikir şehîd bû. Ji bo vê yekê, bîranîna wê di dîroka ragihandina azad û di bîra rojnamevanên jin de ku ji bo pêkanîna peyama xwe jiyana xwe feda kirine, zindî dimîne.

Bîranîna şehîdên ragihandinê Dilişan Îbiş û Dilovan Gever ne tenê ji bo vejandina bîranîna wan e , lê di heman demê de vegerandina nirxên wêrekî, pabendî û berpirsiyariyê ye ku wan di xebatên xwe yê ragihandinê de nîşan dane. Wan bawer dikir ku tomarkirina rastiyê erkek e û veguhastina êş, azar, gihandina deng û parastina mafên jin û civakê berpirsiyariyek e ku li hember zehmetî û xetereyan nasekine.

Di salvegera şehadeta wan de, em wekî Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) bi serbilindî û rûmet wan bi bîr tînin. Wêne, şahidî û bûyerên ku wan belge kirine, parçeyek ji bîra ragihandinê ye ku nayê jêbirin.

Em teqez dikin ku hedefgirtina rojnamevanan dê dengê heqîqetê bêdeng neke û dê rêya ragihandina azad ranewestîne, berevajî vê yekê, mîrateya şehîdan dê bibe hêza domandina ragihandineke serbixwe an ku ragihandineke ku dengê jin û civakê hilgire û bûyeran bi berpirsiyarî û wêrekî tomar bike.

Dilişan Îbiş û Dilovan Geve du navên ku di bîra ragihandina azad a jinan de zindî ne, mîrateyek ku bi her peyv rastiyê vediguhêze, bi her wêneyekê ku rastiya heyî tomar dike û bi her dengekî ku bêdengiyê red dike, ji nû ve xwe nû dike."

(bb)