Hevrîn Xelef; sembola têkoşîna ji bo Sûriyeyeke demokratîk û azadiya jinan

12`ê Cotmehê salvegera şehadeta sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef e ku beşdarî damezirandina nirxên demokrasiyê û pirrengiyê di nava civakên cuda yên Sûriyeyê de bû û jiyana xwe ji bo parastina mafên jinan terxan kir.

Hevrîn Xelef; sembola têkoşîna ji bo Sûriyeyeke demokratîk û azadiya jinan
12 cotmeh, 2026   10:31
QAMIŞLIO
KELSÛMA ELÎ

12’ê Cotmehê salvegera şehadeta Hevrîn Xelef a sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ye ku di sala 2019’an de li ser rêya navneteweyî ya M4 ji hêla komên girêdayî dewleta Tirk ve di dema êrişa dewleta Tirk a li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de şehîd bû.

Hevala wê ya zarokatiyê Perwîn Yûsif a hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), têkiliya xwe bi şehîd Hevrîn Xelef re bi bîr xist ku di zarokatiya wan de dest pê kiriye.

Perwîn Yûsif got dostaniya wan ji temenê pir biçûk ve li heman taxê dest pê kiribû ku ew li wir di malbatên welatparêz û dilsoz de mezin bûn, zarokatiya xwe, perwerde û têkoşîna xwe parve kirin.

Perwîn Yûsif diyar kir ku şehîd Hevrîn bi hewesa xwe ya ji bo kar û dilsoziya xwe ya bêwestan dihat nasîn. Wê ji bo her peywireke ku jê re dihat spartin lêkolînên kûr dikirin, cih ji bo xemsarî an kêmasiyan re nedihişt.

Her wiha da zanîn ku şehîd Hevrîn bi berdewamî hewl da ku hêz û jêhatiyên xwe bi pêş bixe û bi hewes bû ku guh bide nerîn û daxwazên mirovan, ji rastiyên civakê îlhamê digirt da ku alîkariya wê bike ku kar û însiyatîfên xwe di xizmeta berjewendiya giştî de bi pêş bixe.

Der barê damezirandina Partiya Sûriyeya Pêşerojê û rola Hevrîn Xelef de, Perwîn Yûsif da zanîn ku şehîd Hevrîn xwedî îradeyeke xurt bû ku dikare ramanên nû çêke.

Perwîn Yûsif destnîşan kir ku şehîd Hevrîn di nav jinên pêşîn de bû ku di wan demên hesas de xebata siyasî bi rê ve bir û ew bi gotara xwe ya siyasî ya bi hêz, bi taybet ji bo jinan, dihat nasîn. Wê hewl da ku hebûna jinan di jiyana giştî de zêde bike û derfetan bide wan ku beşdarî biryardanê û avakirina siberoja Sûriyeyê bibin.

Perwîn Yûsif behsa nêrîna şehîd Hevrîn a ji bo pirsgirêkên jinan û jiyana hevbeş di navbera komên cûda de kir û diyar kir ku yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên kesayetiya wê baweriya wê bû ku jin heman êş û hêviyên xwe parve dikin.

Perwînê diyar kir ku şehîd Hevrîn bi berdewamî digot divê jinên Kurd, Ereb û Suryan di hemû waran de yekgirtî bin û bi yek dengî biaxivin.

Perwîn Yûsif diyar kir ku ji bo bidestxistina edaletê li Sûriyeyê divê hesabpirsîna hemû kesên ku binpêkirinan li dijî mirovên bêguneh, jinan û kesên ku bi dilsozî ji bo baştirkirina civaka Sûriyeyê dixebitin dikin, were kirin, her wiha da zanîn ku bêcezatî avakirina siberojeke li ser bingeha azadî, demokrasî û edaletê asteng dike.

(k)

ANHA