Di demeke nêzîk de Pêşangeha Hunera Şêwekariyê 

Desteya Çand û Hunerê amadekariyên Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya 9`emîn dike.

Di demeke nêzîk de Pêşangeha Hunera Şêwekariyê 
22 tebax 2024   05:15
REQA

Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand ku dê bi dirûşma "Li ser awaza rengên Sûriyeyê" Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya 9`emîn veke. 

Pêşangeh dê li Hola El Erd El Seîde ya li kantona Reqayê be, 24`ê Tebaxê were vekirin û 3 rojan bidome.

Dê 80 hunermend ji tevahî bajarên Sûriyeyê tev li pêşangehê bibin. Bernameya pêşangehê saet 10.00`ê bi sibehan dest pê dike û heta saet 21.00`ê êvarê didome.

Hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran Serfiraz Şerîf got: "Me tabloyên hunermendan wergirtin. Lijneyeke pispor tabloyan dinirxîne da ku di pêşangehê de werin pêşandan."

Serfirazê wiha domand: "Amadekarî berdewam in. Cara yekê ye ku ji herêmên din ên Sûriyeyê tevlêbûn çêdibe."

Serfirazê diyar kir ku li gorî bernameya pêşangehê, dê serdana şûnwarên li Reqa û Tebqayê bê kirin, çalakiyên hunerî yên cuda bên lidarxistin û bawernameyên beşdarbûnê li beşdaran bê belavkirin û got: "Di pêşangehê de dê gelek peyam hebin. Bi rêya vê hunerê wê aştî, hezkirin û hevgirtina di nava gelan de û çi bi serê herêmên Sûriyeyê hatin, bên vegotin."

(şx)

ANHA