Mîhrîcana 6’an a Fîlman a Rojava bi dawî bû

Çalakiyên Mîhrîcana 6’an a Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya li Qamişloyê hatiye lidarxistin bi şahiya ku hunermend Ednan Kerîm amade bû, bi dawî bû.

Mîhrîcana 6’an a Fîlman a Rojava bi dawî bû
20 mijdar, 2026   23:01
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişloyê Mîhrîcana 6’an a Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya ji hêla Komîna Fîlm a Rojava li  bajarê Qamişloyê hatiye lidarxistin ve, piştî 8 rojan ji pêşandanên sînemayê, panel û çalakiyên hunerî bi dawî bû. Di çalakiyan de sînemager, derhêner û eleqedarên hunerê yên ji Sûriye û derveyî wê amade bûn.

Di roja dawiyê de hunermend Ednan Kerîm amade bû û şahiyek hat lidarxistin.

Di mîhrîcanê de eleqeyeke mezin ji hêla hunermend û sînemagerên ji 3 parzemînan; Asya, Ewropa û Afrîkayê û hejmarek dewletên weke Burtagal, Spanya, Çîn, Hindistan, dewletên Rojhilata Navîn weke Misr, Iraq, Îranê, hat dîtin.

(f)