ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22 - 8 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22 - 8 – 2024
22 tebax 2024   02:00

 Nuzha Seyfedîn xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan kir rêbazeke rojane ya jinanê.

Pêkhateyên kantona Minbicê diyar kir ku ew hêzê ji mîrasa xwe ya civakî digirin ku di nava QSD`ê de diyar bûye.

Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amadekariyên Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya 9`emîn dike.

Fernaz Etiye destnîşan kir ku serhildana jinan li rojhilatê Kurdistanê û Îranê cûreyek ji cûreyên berxwedana li hemberî pergala zordest a li dijî jinan e. Fernaz got pêwîstiya jinên li Îranê bi hevgirtineke xurt heye ku daxwazên xwe pêk bînin.

Helwesa hikumeta Şamê û bikaranîna aloziyê ji aliyê dewleta Tirk ve, aloziya li welêt girêktir dike û ji çareseriya siyasî dûr dixe. Ruxmî ku sûriyeyî, di serî de jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, çareserî û însiyatîfan pêşkêş dikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo gerîlayê HPGˊê şehîd Amir El Wero (Berxwedan Qamişlo) ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li gundê Um Edam ê Tirbespiyê merasîmeke xiyabî li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqa şehîdên mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê yên di dem û cihên de şehîd bûne, li Goristana gundê Hikûmiyê merasîmekê li dar dixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊN Û DÎMEN)

Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê bi sernavê ˊDîplomasiya civakî û rola wê di avakirina neteweya demokratîk deˊ li Parka Xwendinê ya Hesekê komxebatekê li dar dixe, saet 19:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)