‘QSD mînaka hevgirtina Minbicê û li hember fitneyê mertaleke qewîn e’

Pêkhateyên kantona Minbicê diyar kir ku ew hêzê ji mîrasa xwe ya civakî digirin ku di nava QSD`ê de diyar bûye.

‘QSD mînaka hevgirtina Minbicê û li hember fitneyê mertaleke qewîn e’
22 tebax 2024   03:55
MINBIC

Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkesên Minbicê diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) mînaka hevgirtina wan a li hember êrişan e. 

Şêniya bi navê Zehîde Îshaq a Çerkes got: "Hevgirtina pêkhateyên kantona Minbicê, tevahî êriş têk birin û bi saya wê bajar ji DAIŞ`ê hate rizgarkirin."

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê Cuma Heyder ê Tirkmen diyar kir ku tevna civakî û jiyana hevbeş a li Minbicê mîraseke civakî ye lê ji ber şert û mercên herêm tê re derbas dibe, pêwîstî bi xurtkirina wê heye.

Heyder wiha domand: "Dewleta Tirk û hikumeta Şamê dixwazin fitneyê li herêmê derxin û hevgirtina bi saya QSD`ê hatiye bidestxistin, têk bibin.”

Emîre Axa jî rola QSD`ê di xurtkirina hevgirtina pêkhateyan de slav kir û got: "QSD`ê girêdana di navbera pêkhateyan de xurttir kir. Pêkhateyên Minbicê li hember fitneyan bi rihekî li kêleka QSD`ê li ber xwe didin."

Mihemed Husam El Şewax ê ji pêkhateya Ereb jî got: "Bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê QSD ava bû. Ev sira serkeftin û berxwedana gelê herêmê ya li hember êrişan e."

El Şewax teqezî bi hevgirtinê kir ku li hember zehmetî û êrişan û hewldanên derxistina fitneyê, mertaleke qewîn e.

(şx)

ANHA