‘Berdêl çi dibe bila bibe em ê şoreşê biparêzin’

Gaziya şer Arjîn Kobanê diyar kir ku weke jin û hevalên gazî berdêla wê çi dibe bila bibe wê Şoreşa 19’ê Tîrmehê biparêzin û pêş bixin.

‘Berdêl çi dibe bila bibe em ê şoreşê biparêzin’
20 tîrmeh 2024   03:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Gaziya şer û endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arjîn Kobanê têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê bal kişand ser rola jin û ciwanan û destnîşan kir ku parastina şoreşê bêyî hêzeke leşkerî nabe û got: “Helbet li gel vê divê aliyên şoreşê yên siyasî, dîplomasî, aborî, perwerde, tenduristî û hwd jî neyên îhmalkirin.” 

Arjîn Kobanê di destpêka axaftina xwe de Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber Aabdullah Ocalan, şehîdan, gel û şervanên azadiyê pîroz kir û da xuyakirin ku çirûska Şoreşa 19’ê Tîrmehê sala 2012’an li Kobanê hat pêxistin û wiha axivî: “Ev çirûska azadiyê li Kobanê deng veda û belav bû. Mirov çawa dikare vê şoreşê pênase bike? Şoreş çima çêbû? Yan jî li ser çi esasî û çima pêwîstî bi şoreşeke wer çêbû? Ji ber zîhniyeteke desthilatdar a bi hezaran salan e mafên gel dixwe, heye. Nahêle gel bi azadî bijî û mafên mirovan binpê dike. Nahêle di nava gelan de hezkirin û tifaq çêbin. Li hember van pêkutiyan li bajarên cuda yên Sûriyeyê û li Rojava raperînên gelan çêbûn. Şoreşa me jî bi vî rengî dest pê kir.”

‘BÎRDOZIYA RÊBERTIYÊ JI ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ RE BÛ BINGEH’

Arjîn Kobanê behsa rola gel û civakê ya di şoreşê de jî kir û got: “Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re gel êdî ket merhaleya xwe biparêze, rêxistin bike û xwe bi rê ve bibe. Bêguman Rêber Apo bi salan têkildarî Rojava kedeke mezin, hewldaneke bêhempa pêş xist. Fikra Rêbertî di nav gel de hebû. Mirovan li ser fikrên Rêbertiyê xwe perwerde kiribûn. Fikir û bîrdoziya Rêbertiyê ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê re bû bingeh. Şoreşa çirûska wê ya pêşî li Kobanê pêket, gihişt Efrînê û piştre pêl bi pêl li hemû bajar û herêmên din belav bû. Di nav gel û baweriyên cuda de ji jin û ciwanan heya kal û pîran ev şoreş û fikra Rêber Apo ya hîmê vê şoreşê bû nas kirin, tevlî bûn û şoreş berfirehtir kirin.”

Arjîn Kobanê diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê tenê bi çekan û hilgirtina çekan sînordar nema û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser fikir û paradigmaya Rêbertî têkildarî hemû qadan perwerde hatin pêşxistin. Şoreş li ser van esasan pêş ket û meşiya. Helbet şoreşa me xwedî wateyeke pir mezin e. Moral û coşeke pir bi qîmet da civakan. Her kes bi coş û hezkirineke mezin ber bi vê şoreşê ve herikî.”

‘WEK JIN Û GAZÎ DIVÊ EM BI ROLA XWE RABIN’

Têkildarî êrişên li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî Arjîn Kobanê got: “Li hemberî şoreşa me hêzên dagirker, rêxistinên çete yên weke DAIŞ’ê rêxistin kirin. DAIŞ’ê bi qetilkirin û wêrankirinê xwest gelan bitirsîne û şoreşê tesfiye bike. Gelê me yê ji berê de bi fikren Rêber Apo xwe perwerde kiribû û şervanên azadiyê li hember vê koma hov û çete ya DAIŞ’ê ketin nav berxwedaneke dîrokî. Helbet şoreşek bêyî hêzeke eskerî nabe. Parastin û bergiriya gel, welat, xak û destketiyên şoreşê bêyî hêzeke eskerî nabe.  Helbet ligel vê divê aliyê şoreşê yên siyasî, dîplomasî, aborî, perwerde, tenduristî û hwd. jî neyên îhmalkirin.”

Arjîn Kobanê ji bo parastina şoreşê û nirxên wê jî ev bang kir: “Wek hevalên jin û gazî divê em bir rola pêşengtiyê rabin. Ev wezîfeya me ya herî girîng û mezin e. Hêzên Parastina Jin (YPJ), Kongreya Star û hwd rêxistin û tevgerên jinan ji bo parastin û pêşxistina şoreşê, ji qada eskerî, heya siyasî, aborî, perwerde û hwd. bi rola xwe ya pêşengtiyê rabûn. Di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de cihekî pir girîng ê jinê heye. Rêxistinên çete yên weke DAIŞ’ê, ji YPJ’ê û şervanên wê pir ditirsiyan. Dijmin û hevkarên wan timî ji jinên rêxistinkirî, perwerdekirî û bi hêz ditirsin. Hêzên me yên weke YPG-YPJ’ê, QSD’ê li hemberî hêzên dagirker û çeteyên wan berxwedaneke mezin nîşan dan. Tirsa dagirkeran û çeteyên wan a ji vê şoreşê her diçe zêdetir dibe. Ji ber Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi esasî şoreşeke fikrî û bîrdozî ye. Ev fikir û bîrdoziya Rêber Apo ye û di roja me ya îro de li hemû cîhanê belav bûye. Hemû cîhan vê şoreşê nas dike. Lewma ji gelek deverên cîhanê, ji gel û neteweyên cuda mirovan berê xwe dan Rojava. Di nav kar û xebatên şoreşê de cih girtin. Gelek kesan bi saya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Rojava nas kirin. Dîsa bi vê şoreşê re gelek mirov ji fikren Rêbertiyê agahdar bûn. Gelek kesên hatin Rojava ji bo parastina şoreşê li rex hêzên YPJ-YPG’ê cih girtin. Hinek ji wan kesan şehîd bûn.”

Der barê bandora Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ku li cîhanê deng vedaye jî Arjîn Kobanê got: “Di şoreşê de gel û civak çawa bi rêya komun û meclîsan xwe bi rê ve dibin, ji aliyê gelên din ên cîhanê jî hat dîtin. Vê şoreşê hêviya azadiyê da gel û mirovên bindest jî. Gelek kesên hatin Rojava û ev şêwazê xwerêveberinê dîtin, piştî vegeriyan welatê xwe ketin nav hewldanên ji bo gel û civaka xwe jî vê modele pêş bixin.”

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arjîn Kobanê bal kişand ser bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan û got: “Dagirkeran ji bo hilweşandin û tesfiyekirina şoreşa me gelek rêbaz bi kar anîn. Ji yê taybet bigire, heya yê psîkolojîk û eskerî hemû cureyên şer pêş xistin. Sedema nikarin vê şoreşê tesfiye bikin ew e ku li ser hîmê îdeolojî û fikren Rêbertiyê û nirxên şehîdan ji bo wan têkoşîn kirine, gelan xwe rêxistin kiriye. Lewma nikarin Tevgera Azadiyê tune bikin û gelên me ji şoreşê dûr bixin.”

Her wiha Arjîn Kobanê got: “Em ê tu carî têkildarî vê şoreşê û destketiyên wê paşde gavan navêjin. Weke jin û hevalên gazî berdêla wê çi dibe bila bibe em ê şoreşê biparêzin û pêş bixin. Yên di serî de vê şoreşê biparêzin, hevalên gazî, malbatên me yên şehîdan, jin û ciwan in. Ji bo vê şoreşê bi hezaran hevalên me şehîd û birîndar bûn. Berdêlên ji bo vê şoreşê hatin dayîn ne kêm in. Heval Aram, heval Gelhat, heval Avesta, heval Rihan û bi sedan hevalên din ji bo vê şoreşê çûn şehadetê. Dîsa ji mirovên me yên welatparêz ên weke dayika Hogir, Apê Yûsif û hwd gelek kes ji bo parastina vê şoreşê şehîd bûn. Hewce ye her kes xwedî li vê şoreşê û wan şehîdan derkeve.”